Li Beyrûtê sersaxî ji malbata şehîd Demhat Bakur re hate xwestin

Kurdistaniyên li Lubnanê sersaxiya malbata şehîd Demhat Bakur ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, kir.

Li Beyrûtê sersaxî ji malbata şehîd Demhat Bakur re hate xwestin
6 adar, 2021   22:06
BEYRÛT

Bi dehan kurdistaniyên li Lubnanê û nûnerên ji PYD’ê û Kongreya Star sersaxiya malbata şehîd Xalid Hac Elî (Demhat Bakur) ê ku di 15’ê Cotmeha 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, kir.

Merasîm bi deqyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Şervîn Cûdî, endamê Meclisên PYD’ê yên Lubnanê û endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger Cemîl Yûsif axivîn.

Axêveran sersaxiya malbata şehîd Demhat Bakur kir û piştrast kir ku dê têkoşînê heta pêkhanîna hedefên şehîdan berdewam bikin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-qrDVMZLXn0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>