Li Tirkiyê kevneşopeke berxwedanê; çalakiyên greva birçîbûnê

Grevên birçîbûnê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, di roja xwe ya 101’an de dewam dikin. Tirkiye ev 100 sal e bûye navenda bi dehan grevên birçîbûnê û yek ji wan welatan e ku di sedsala 21'an de herî zêde grevên birçîbûnê lê pêk hatine.

Li Tirkiyê kevneşopeke berxwedanê; çalakiyên greva birçîbûnê
7 adar, 2021   04:04
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê grevên birçîbûnê û berxwedanên rojiya mirinê kevneşopeke berxwendanê  ne ku ji sedsala 20’an ber bi sedsala 21'an ve hatiye veguhastin. Bi daxwaza hiqûqeke adil û sîstemeke demokratîk, bi berxwedana li zindanan ya şoreşgerên Kurd û bi pêşveçûna têkoşîna azadiyê ya Kurd re berxwedan geş bû. Grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan geş bû û ji van berxwedanan re bingeheke nû bi xwe re anî. Berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê, li derve jî wekî li zindanan bi tevlêbûneke girseyî hate meşandin.

Berxwedanê gelek caran bi şêweya grevên birçîbûnê dest pê kir lê ji ber ku bersiv ji daxwazan re nehate dayîn, veguherî rojiya mirinê. Ji ber vê yekê, ev şêweyê berxwedanê yê domdar, di sedsala 21'an de Tirkiye xist kategoriya welatên ku herî zêde çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê lê pêk tên.

Dîroka grevên birçîbûnê baş nayê zanîn. Li gorî hin lêkolînan dîroka wê vedigere serdema Romayê. Di wê demê de greva birçîbûnê bi şêweyê berteka li dijî zilma li ser xiristiyanan bi pêş ketiye.

Tê gotin ku ji bo ku bertekên xwe yên li dijî belavbûna kuştin û îşkenceyê nîşan bide, parêzera bi navê Nerva ku yek ji parêzerên navdar ên wê demê ye, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Tevî hewldanên împaratorê zordar ê Romayê Tiberius jî, Nerva mudaxeleyê red dike û mirinê tercîh dike. Li Hindistanê jî kesên ku neheqî lê dihate kirin, li ber deriye kesên ku neheqî lê kirine, bi awayekî birçî rûdniştin. Her wiha di salên 1930'î de ev şêwaza çalakiyê di çarçoveya felsefeya Mahatma Ghandî ya bêîtaetiya sivîl a bi navê “Ahimsa” de, gelek caran hatiye bikaranîn.

LI TIRKIYE Û BAKURÊ KURDISTANÊ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Greva birçîbûnê ya helbestvan Nazım Hîkmet a di 8'ê Nîsana 1950'î de li Girtîgeha Bursayê, wek yekemîn greva birçîbûnê ya dîroka Tirkiyê tê zanîn.  Piştî 22 salan Denîz Gezmîs, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê ji bo protestokirina bêhiqûqiya domdar a dewleta Tirk, dest bi greva birçîbûnê ya 12 rojan kir. Piştre çalakiyên greva birçîbûnê, bi mezinkirina daxwazên maf, hiqûq û edaletê bi pêş dikevin.

ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ YÊN 1981-1984’AN

/kr/uploads/files/2021/03/06/210638_201156_navenda-nceyan-sahid-berxwedan-ruh-berxwedana-14-tirmeh-psengt-dike-1.webp

Grevên birçîbûnê yên li Tirkiyê , herî zêde li dijî kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk ên li hemberî zindanan di navbera salên 1981 û 1984 de deng veda. Ji kadroyên PKK'ê Alî Erek dikeve rojiya mirinê û di 20 'ê Nîsana 1981'ê de ji ber têrkirina bi darê zorê, hat qetilkirin.

Li dijî dijminahiyên  ji bo tesfiyekirina tevgera azadiyê ya Kurdan, li girtîgeha Amedê ku bi navê “Zindana 5 Nolu” jî tê nasîn, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz û bi dehan girtiyan di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de bi Rojiya Mirinê ya Mezin re berxwedan geş kir. Kemal Pîr û Hayrî Durmuş di roja 52'yan de, Akîf Yilmaz di roja 63'yan de û Alî Çîçek di roja 53'yan de şehîd bûn.

Di salên 1995 û 1996 'an de li gelek zindanan serhildana grevên birçîbûnê yên giştî çêbûn û 2 girtî di sala 1995’an de, 12 jî di 1996'an de, bi giştî 14 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li dijî cilên yekreng û girtîgehên tîpa F bi hezaran girtiyan li dijî kiryarên dermirovî li ber xwe da û ketin greva birçîbûnê. Lê belê tevî grevên birçîbûnê yên demdirêj jî, ji ber ku bersivên erênî ji daxwazên girtiyan re nehatin dayîn, grevên birçîbûnê veguherîn rojiya mirinê. Di navbera salên 2000-2007'an de 816 girtî tev li grevên birçîbûnê/rojiya mirinê yên li dijî girtîgehên bi tîpa F bûn. 48 jê girtî, bi tevahî 68 kes û 13 kes piştî tehliyebûnê û 7 kes jî yên ji bo destekê, di vê grevê û berxwedana rojiya mirinê de xwe gihaştin şehadete.

DAXWAZA SEREKE YA ÇALAKVANAN; AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊBER OCALAN

Dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan a li zindana Îmraliyê, ji bo Kurdan,  girtiyên li zindanan, gelên li Kurdistan û dîasporayê bû sedemeke bingehîn a grevên birçîbûnê. Bi taybetî grevên birçîbûnê yên ku di navbera salên 2012-2016'an de pêk hatin, xwedî bandoreke mezin bûn û di nava çalakiyên herî bibandor ên Tirkiyê de bûn.

Di Îlona 2012'an de bi hezaran girtiyên PKK û PAJK'î yên li girtîgehan bi daxwaza rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk-aştiyane ya pirsgirêka Kurd, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvHeke kir. Berxwedana 68 rojan di 17'ê Mijdara 2012'an de dema Mehmet Ocalan li girava Îmraliyê bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û rêber Abdullah Ocalan bang kir, bi dawî bû.

LI DIJÎ TECRÎDA DOMDAR ÇALAKIYÊN BÊNAVBER

Li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan 50 kesan li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê 5'ê Îlona 2016'an dest pê kir û piştî serdana Mehmet Ocalan a li Îmraliyê di 11'ê Îlonê de bi banga rêber Ocalan bi dawî bû. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Colemêrgê ya HDP’ê Leyla Guven li dijî tecrîdê û pêkutiyên bêhiqûqî di 7’ê Mijdara 2018’an de ragihand ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Piştî wê daxuyaniyê nêzî 3 hezar û 500 girtiyên li girtîgehan biryara greva bêdem-bêdorvHeke da. 30 çalakgerên ku daxwazên wan nehatin bicihanîn, greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorvHeke veguherand rojiya mirinê.

Bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê re çalakiyên fedaî jî çêbûn. Ugur Şakar ku 20'ê Sibata 2019'an li bajarê Krefeld ê Almanyayê li ber dadgehê bedena xwe da ber agir û di girtîgehan de jî Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Siraç Yuksek, Mahsum Pamay di encama çalakiyên fedaî de jiyana xwe ji dest da.

BANGÊN RÊBER OCALAN ÊN JI BO ÇALAKIYÊN GRÊVEN BIRÇÎBÛNÊ

8 sal e nahêlin rêber Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Piştî greva birçîbûnê ya li dijî vê yekê, hevdîtina destpêkê di 2'yê Gulana 2019'an de pêk hat. Lê piştre hemû serlêdanên ji bo hevdîtinan bi hincetên pûç hatin redkirin. Li gel hevdîtina parêzeran a 2'yê Gulanê jî girtiyan û Leyla Guven diyar kir ku tecrîd nehatiye şikandin û dê dawî li çalakiya xwe neynin û dema ku parêzeran ê ku 22'yê Gulanê dîsa bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, peyama rêber Abdullah Ocalan a qedandina çalakiyê parve kir û dawî li çalakiyan hat.

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BERDEWAM DIKIN

Pêkanînên keyfî û bêhiqûqî yên dewleta Tirk ên li girtîgeha Îmraliyê îro jî wek tecrîdeke giran dewam dikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorvHeke di 27'ê Mijdarê de li girtîgehan ji bo protestokirina tecrîdê û zêdekirina binpêkirina mafan, dîsa dest pê kir. Çalakiya ku koma 18'an dewr girt, di roja xwe ya 93'yan de didome. Li gel çalakiyên ku li girtîgehan tên kirin, 18'ê Kanûnê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengiya jinan greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakiya ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê hate lidarxistin, di roja 72'yan de ye. Dîsa li Camp Lavrio ya Yewnanistanê jî bi heman daxwazê penaberan dest bi grevê kir û greva wan ket roja 55'an.

Serokê Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan ku şahidiya berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a li Zindana Amedê kiriye, têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê ji ANHA'yê re axivî.

‘LI TIRKIYÊ GUHERÎNA ZÎHNIYETÊ MECBÛRÎ YE’

Ganî Alkan li ser bêhestiyariya li hember grevên birçîbûnê xemgîniya xwe anî ziman û diyar kir ku her kesê ku dibêje em mirov in, divê van kiryaran qebûl neke da ku cenaze ji girtîgehan dernekevin û wiha axivî: “Mixabin em zîhniyetekê nabînin ku bersivê bide daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de. Ev mirov mafên xwe yên hiqûqî û demokratîk dixwazin. Niha li Tirkiyê behsa makeqanûneke nû tê kirin. Heke qanûnên heyî bi cih neyên, mirov dê çawa bikare qala welatekî demokratîk bike?  Hûn ê makeqanûneke nû çawa çêkin? Li Tirkiyê guhertina zîhniyetê pêwîst e û ev yekê di rastiyê de pirsgirêka tevahiya Tirkiyê ye.”

‘DESTHILATÊ JI 12’Ê ÎLONÊ TU DERS NEGIRTIYE’

Alkan destnîşan kir ku hikumeta Tirk ji 12'ê Îlonê tu ders dernexistine û bi zanabûn di vê zîhniyetê de israr dike û got: “Heta ku girtiyên siyasî wek mirov neyên dîtin û mafên wan neyên dayîn, zîhniyeta ku vê pirsgirêkê çareser bike, bi pêş nakeve. Piştî 40 salan, hema bêje nîv sedsal e, hê jî li mirovan ferz dikin ku dest ji fikrên xwe berdin. Heke daxwaz pêk neye, ez ditirsim ku rewşên cuda çêbin. Divê raya giştî ya demokratîk jî piştgiriyê bide vê. Ev mirovên ku ketine greve, ji jiyanê hez dikin. Wan mirovan ji bo jiyaneke rasteqîn û azad jiyana xwe daniye ber vê yekê.”

‘LI GIRTÎGEHAN DEMOKRASÎ TÊ EZMÛNKIRIN’

Alkan xuya kir ku li Tirkiyê di sedsala 21'an de bi avabûna dewletê ya bipirsgirêk re hîn jî grevên birçîbûnê ev çend zêde ne û bi pratîkên desthilatdariyê yên li girtîgehan, asta demokratîk a wî welatî nîşan didin. Alkan destnîşan kir ku bi rêbazên dijwar û tund muxalîf û mafparêz nikarin ji holê bên rakirin û got: “Pirsgirêka herî mezin a li Tirkiyê pirsgirêka demokrasiyê ye. Hewl didin bi hişmendiyeke nîjadperest û çavsor bijîn. Zîhniyetek heye ku civakê bi vî rengî di bin kontrolê de digire. Ez mirovekî 65 salî me û di tevahiya emrê xwe de ji bo demokrasiyê şer dikim. Lê belê me hîna ev sîstema demokratîk neafirandiye. Hêvîdar im yên li dû me tên, wê pergaleke demokratîk ava bikin.”

Ganî Alkan banga xwedîderkirina li grevên birçîbûnê kir û got divê her kes ji bo vê yekê bi erka xwe rabe û wiha lê zêde kir: “Li girtîgehan sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Ji ber vê yekê divê êdî zîhniyeteke dikare pirsgirêkan çareser bike, bi pêş bikeve. Di dawiyê de teqez dê çareserî were pêşxistin. Zindanan kevneşopiyek ji grevên birçîbûnê afirand. Berxwedan li ser wê hatiye avakirin. Lê belê hikumetê ev berxwedan jî nexist rojeva xwe. Wezîfeya hemû hêzên demokrasiyê ye ku desthilatê bi zorê bixin nava hewldanên çareseriyê. Her wiha daxwaz, daxwazên li gorî qanûnan in.”

ANHA