Çalakiyên greva birçîbûnê bi biryardariyeke xurt di roja 100`î de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li 107 girtîgehan li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, hatiye destpêkirin li girtîgehan, Mexmûr û Yewnanistinê bi biryardariyeke xurt didome.

Çalakiyên greva birçîbûnê bi biryardariyeke xurt di roja 100`î de didome
6 adar, 2021   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 21 sal in li girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 100’emîn de ji aliyê koma 20’an ve berdewam dike.

MEXMÛR

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengiya jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 79’emîn de ji aliyê koma 38’an ve berdewam dike.

YEWNANİSTAN

Welatiyên li Kempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewame e, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hatiye destpêkirin, di roja 62’yan de dewam dike.