Şêniyên Helebê: Jinan di şoreşa Rojava de xwe îsbat kir

Şêniyên Helebê tekez kir ku bi saya felsefeya rêber Abdullah Ocalan guhertin di zîhniyeta civakê de hate çêkirin û jinan mafên xwe bi dest xistin û mohra xwe li dîroka têkoşîna jinan xist.

Şêniyên Helebê: Jinan di şoreşa Rojava de xwe îsbat kir
6 adar, 2021   09:25
HELEB-HENAN MIHEMED

Bi nêzîkbûna 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 8`ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û jinên Rojava ku mohra xwe li dîroka têkoşîna jinan xist, pîroz kir.

‘FELSEFEYA RÊBER APO ROLEKe BINGEHÎN DI RIZGARIYA JINAN DE LÎST’

Têkildarî mijarê, şêniyê bi navê Ehmed Hesen destpêkê 8`ê Adarê pîroz kir û diyar kir ku jin di civakê ji ber adet û kevneşopên civakê rastî zilmê dihatin û wiha domand: “Lê piştî ku fikirê azadiyê di şoreşa Rojava de nas kir, karîbû ku nêrîna civakê biguherîne û bibe xwedî îrade.”

Hesen destnîşan kir ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan roleke mezin di guhertina wê zîhniyetê de lîst û mînaka wê yekê şervanên YPJ`ê ne ku li hemberî êrişên dijmin disekinin û li eniyên pêş destanên lehengiyê dinivîsin.

Ehmed Hac Ebdullah jî behsa rola jinan di civakê de kir û got: “Jin nîvê civakê ye û nîvê din jî ew perwrede dike. Jin dikarin civakeke saxlem li ser esasê wekheviyê ava bikin.”

Ebdullah li ser rola jinan di Şoreşa Rojava de diyar kir ku jinan gelek serkeftin di şoreşê de bi dest xistin û ya herî girîng ku bi îradeya xwe ya azad şerê çeteyên DAIŞ`ê kirin û wiha domand: “Jinan bi şoreşa xwe tiştên giranbiha bi dest xistin.”

Ebdullah di dewama axaftina xew de da zanîn ku destkeftiyên jinan bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan in ku banga rizgarkirina zihniyeta civakê û dayîna mafên jinan kir da ku li kêleka zilam civakê bi rêve bibe. Her wiha Ebdullah diyar kir ku jinan karîbûn di hemû qadên leşkerî, siyasî, civakî û aborî de destkeftiyên mezin bi dest bixin.

Ebdullah wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dijminên mirovahiyê di dîrokê de her tim fitne di navbera jin û zilaman de derxistin û jin kirin kole. Ew komplo heta vê dawiyê jî dewam kirin. Me dît çawa çeteyên DAIŞ`ê jin wekî kole birin û li sûkan firotin.”

Ebdullah di dawiya axaftina xwe de got divê jin azadiya xwe bi temamî bi dest bixin û şerê zîhniyeta serdestiya mêran bikin.

 ‘JINÊN ROJAVA MOHRA XWE LI DÎROKA TÊKOŞÎNA JINAN XIST’

Welatiyê bi navê Mihemed Ebdulqadir jî 8`ê Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybetî li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir, ku wan ji bo parastina destkeftiyên bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin roleke mezin di hemû qadan de lîst.

Ebdulqadir wiha got: “Jinan karîbû xwe di hemû aliyan de îsbat bikin û li hemberî çeteyên DAIŞ`ê bisekinin. Wekî têkoşer Arîn Mîrkan ku mohra xwe li dîroka têkoşîna jinan xist û li Bakur û Rojhilatê Sûryiê bû pêşeng.”

(cx)

ANHA