'Divê civaka navneteweyî erka li hemberî kêmkirina ava Firatê bi cih bîne'

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo got, divê Rûsya rola xwe wekî garantor li herêmê  bi cih bîne bang li civaka navneteweyî kir ku têkildarî kêmbûna ava Firatê berpirsyartiyên xwe pêk bîne.

'Divê civaka navneteweyî erka li hemberî kêmkirina ava Firatê bi cih bîne'
6 adar, 2021   06:12
MINBIC

Mihemed Elî El-Ebo têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî  navçeya Eyn Îsa û Minbicê û kêmkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve ANAH'yê re axivî.

Mihemed El-Ebo got, êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi armanca têkbirina ewlehî û aramiyê ne, ev yek bandoreke neyinî li rewşa aborî, civakî û siyasî kir û dibe ku bandorê li Sûriyê bi giştî jî bike.

El-Ebo ev yek li gotina xwe zêde kir: "Di êrişên dawî yên li ser gundên Minbic û Eyn Îsayê de bersivek ji aliyê hikumeta Şamê ve hebû, lê bersiveke şermok bû û ne li gorî berpirsyariya hikumetê ya li beramberî serweriya erdê Sûriyê re bû."

Têkildarî hebûna Rûsyayê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku wekî aliyekî garantor ê peymana agirbestê ye ya ku di 2019`an de hate mohrkirin, Mihemed Elî El-Ebo got divê garantorê rûsî rola xwe ya bingehîn bi cih bîne ku ji bo garantiya ewlehî û aramiyê herênên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye.

Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de ev xal diyar kirin: "Em dixwazin bigihêjin çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re, lê em dibînin ku em dûrî çareseriyê dikevin û aliyên garantor jî bi aliyên din re bi awayekî cuda dan û standinan dikin û hin aliyan li ser hesbên aliyên din digre."

Têkildarî kêmkirina ava Firatê li ser Sûriyê  ji aliyê dewleta Tirk ve, Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo ev nirxandin kir: "Şerê ku dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de dike, ji şerê leşkerî yê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê veguherî şerê li dijî gelê Sûriyê bi giştî, ev şer bi rêya qutkirina ava Çemê Firatê tê meşandin."

El-Ebo da zanîn ku civaka navneteweyî berpirsa zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker e, ji ber ku dagirkeriya Tirk hewldana lawazkirina têkoşîna li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û divê civaka navneteweyî li hemberî van zêdegaviyan bisekine.

Hevserok Mihemed Elî El-Ebo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî vê zêdegaviyên dewleta Tirk û hevkariya navneteweyî ya ji dewleta Tirk a dagirker re bisekinin, da ku destkeftiyên piştî têkirina rêxistina DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, biparêzin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vK68k7bMch4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>