Hêzên dagirker careke din êrişî gundên Minbicê dikin

Artêşa Tirk a dagirker gundên bakurê rojavayê bajarê Minbicê topbaran dike.

Hêzên dagirker careke din êrişî gundên Minbicê dikin
5 adar, 2021   18:27
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji nuqteyên xwe yên li gundên Kerbeclî û Yaşlî yên bakurê rojavayê bajarê Minbicê, gundên Dendeniyê, Seyada û Um Edesa yên bakurê rojavayê bajêr bi hawnan topbaran dikin.

Topbaran berdewam e, agahiyên derbarê ziyanan de nehatin zanîn.

ANHA