Li Reqayê navendek din a Meclisa Jinan hate vekirin

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê de, Rêveberiya Jinan a Reqayê navenda Meclisa Jinan li taxa Medîna vekir.

Li Reqayê navendek din a Meclisa Jinan hate vekirin
Li Reqayê navendek din a Meclisa Jinan hate vekirin
Li Reqayê navendek din a Meclisa Jinan hate vekirin
Li Reqayê navendek din a Meclisa Jinan hate vekirin
Li Reqayê navendek din a Meclisa Jinan hate vekirin
5 adar, 2021   15:05
REQA

Rêveberiya Jinan a Reqayê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi merasîmekê navenda meclisa jinan li taxa Medîna ya bajar vekir. Endaên saziyên sivîl, pariyên siyasî û rêveberî û meclisên jinan ên Reqa û gundewarê wê di merasîmê de amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Rêveberiya Jinan a Reqayê Yadê Hesna, bi navê Meclisa Jinan a taxa Medaîna Wezna Ehmed El-Mihemed û bi navê Meclisa Jinan a taxa Meşleb Tesnîm El-Necar axivîn.

Di axaftinan de, vekirina navenda meclisê li dayikên şehîdan û tevahî jinên taxê hate pîrozkirin. Her wiha hate gotin ku bi saya fikir û felsefeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê azadiya xwe bi dest xist û di tevahî qadên jiyanê de cihê xwe girtin, her wiha bi çalakî herêm

Dayika şehîd Îbrahîm El-Xelef navend vekir.

Merasîm bi gerandina xelekên govenê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

ANHA