Kongreya Star: Hikumeta Başûr bi pêşwazîkirina kujerê gelê Kurd îxaneteke dîrokî dike

Kongreya Star diyar kir ku pêşwazîkirina hikumeta herêma Kurdistanê ya ji kujerên gelê Kurd re wekî îxaneta dîrokî ya li hemberî gelê Kurd e û got: " Li hemberî xeta xiyanetê xeta berxwedana gel heye ku her tim planên derbekirina vîn û hebûna wan dike, têk dibin."

Kongreya Star: Hikumeta Başûr bi pêşwazîkirina kujerê gelê Kurd îxaneteke dîrokî dike
4 adar, 2021   15:50
QAMIŞlO

Duh Serokê Îtîlafa Sûrî Nesir El-Herîrî serdana herêma Başûrê Kurdistanê kir û ji aliyê serokê berê yê hikumeta herêmê Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin, têkildarî mijarê Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê helwesta hikumeta herêma Kurdistanê şermezar kir û got:"Pêşwazîkirina hikumeta herêma Kurdistanê ya ji kujerên gelê Kurd re wekî îxaneta dîrokî ya li hemberî gelê Kurd e."

Daxuyanî wiha ye: " Îro li ser xaka Mozopotamyayê ya paqij efsaneyên têkoşîn û qehremaniyê têne xêzkirin, di heman demê de em dibînin ku hin kes bi fikirên xwe yên terorîstane û şovînîst ku tiştekî ji mirovahiyê nas nakin dixwazin vê xakê qirêj bikin. Serdana ji nişka vey a kujerê gelê Kurd Nesir El-Herîrî û alîgirên wî yên bi navên Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî ya ji Başûrê Kurdistanê re ku li parlamanto ji aliyê Mesûd Barazanî ve hate pêşwazkirin, isbata xiyaneta dîrokî ya li hemberî gelê Kurd dike.

Em baş dizanin ku kesên wekî Nesir El-Herîrî çeteyên kirêkirî yên dewleta Tirk a dagirker in, hovîtrîn sûcan pêk tînin û sivîlan qetil dikin, malên welatiyan wêran dikin, gel ditirsînin, zarok, jin û xityaran direvînin û qetil dikin û hîn jî mirovî şahida sûcên wan e ku sivîlên li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê bi darên zorê koçber dike.

Li aliyekî din jî şûnwarên dîrokî wêran kirin, da ku dîrokê herêmê tune dike û bi vê yekê guhartina demokrafiya herêmê çêdikin. Di vê qonaxa ku partiyên kurdî li ser maseya diyalogan rûdinên û da ku sûdê ji derfetên dîrokî bigirin û parastina destkeftiyên gelê Kurd bikin, em dibînin ku PDK`ê bi kêfxweşî pêşwaziya sûcdarên şer û kujerê Hevrîn, Barîn û Emarayê dike, armanca vê yekê jî ew e ku dosyayan tev li hev bikin û fitneyan derxin û sûretê îtîlafê baş bikin û di encamê de aliyên kurdî nagihêjin lihevkirinên hevbeş. Tevî ku hemû sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê di raporên navneteweyî de hatine belgekirin, lê ev hemû nîşan dikin ku malbata Barzanî sûcên ku li herêmên dagirkirî pêk tê erê dikin.

Siyaseta mirovahiyê ya ku Nesir El-Herîrî behsa wê dike, koçberkirina gel, bêparkirina ji warên wan, zimanê wan û qedexekirina xwerêvebirinê û tunekirina xêr û bêra wan e. Ma gelo Nesir El-Herîrî gotinên xwe yên li ser kurdan ji bîr kirine? Dema ku digot mafên siyasî yê gelê Kurd tune ne, lê belê hebûna wan a di nava îtîlafê de tenê wekî karmendiyekê ye û ev derbirîn bi serê xwe jî isbata dike ku ew ji rejîma desthilatî ya navendî ya Sûriyê nijadtir e.

Em Kongreya Star pêşwazîkirina herêma Başûrê Kurdistanê ya ji sûcdar û dagirkerên erda Rojava û Bakur û Rojhilatê sûriyê şermezar kir û bang li gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistanê dikin ku van siyasetên ku çareseriyê bi xwe re nayin û çarenûsa gelên xwe dixe destên celadan e û hewldana derbekirina destkeftiyên ku bi saya şoreşa wan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin dike, şermezar bikin û isbat dikin ku li hemberî xeta xiyanetê xeta berxwedana gel heye ku her tim planên hewldana derbekirina vîn û hebûna wan dike, têk dibin."

(eh)