​​​​​​​Bijîşk Mistefa Keleş: Em ji tenduristiya rêber Abdullah Ocalan bi fikar in

Bijîşkê emeliyetan Mistefa Keleş xuya kir ku di şert û mercên tecrîdê de jiyaneke tendurist ne mimkun e û destnîşan kir ku divê şert û mercên tenduristiyê yên rêber Abdullah Ocalan bên başkirin.

​​​​​​​Bijîşk Mistefa Keleş: Em ji tenduristiya rêber Abdullah Ocalan bi fikar in
2 adar, 2021   07:22
QAMIŞLO - NÛJIYAN ADAR

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 7'ê Gulana 2019'an de çû girava Îmraliyê û lêkolîn kir û rapora xwe ya li ser serdana xwe parve kir. Di raporê de hate gotin ku ji serdaneke bi heman rengî ya sala 2016’an ve tu “pêşketin” çênebûye.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan piştî navbereke 8 salan di 02-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin kirin.

Dozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk di parêznameya xwe ya 23’yê Îlona 2020’an de ku ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re şand bi hinceta "Nexşeya Rê" ya rêber Abdullah Ocalan 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtina parêzeran da.

Rêber Abdullah Ocalan ku di nava 21 salan de cara yekemîn di 27’ê Nîsanê de mafê xwe yê telefonê bi kar anî, lê piştî mafê telefonê yê carekê di 7’ê Îlona 2020’an de 6 mehan hate qedexekirin. Her wiha di 30'ê Îlona 2020 'an de diyar bû ku biryara qedexeya hevdîtinê ya malbatê hatiye dayîn.

Heta niha têkildarî tenduristiya rêber Abdullah Ocalan tu agahî nehatiye dayîn.

‘NE PÊKAN E KU DI NAVA TECRÎDÊ DE TENDURISTÎ BAŞ BE’

Mistefa Keleş diyar kir ku şert û mercên tecrîdê yên rêber Abdullah Ocalan roj bi roj giran dibin û got: "Divê di gelek mijaran de ji bo rêber Abdullah Ocalan gavên cidî werin avêtin. Lê belê heke em rewşa tenduristiyê dinirxînin, ne pêkan e ku di hawireke tecrîdkirî ya mîna girava Îmraliyê de tenduristiyeke baş hebe."

Keleş bi bîr xist ku ew ji ber kêmbûna daneyên şênber ên li ser rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan bi fikar in û biryarên Peymana Cinêvê ya li ser girtiyan û xala ku tenduristiya wî garantî dike, bi bîr xist û destnîşan kir ku divê hewcedariyên pêwîst ji bo tenduristiya rêber Ocalan bên bikaranîn.

Keleş bal kişand ser taybetmendiyên girava Îmraliyê yên erdnîgarî û got: “Mayîna li cihekî ku li çar aliyên wê derya heye, bi xwe re pirsgirêkên fîzîkî tîne. Bi taybetî pirsgirêkên tenduristiyê yên rêber Ocalan ên wekî bêhgirtin, sînuzît û çavan hene. 23 salan di hawîrdoreke teng û nemdar de jiyîn, bandoreke pir giran li dil û hinavan dike û pirsgirêkên fîzîkî çêdike. Divê mehê herî kêm carekê di kontroleke giştî ya tenduristiyê re derbas bibe.”

Mistefa Keleş got: "Rêber Ocalan 72 salî ye. Di nava şert û mercên tecrîdê de 23 salan li Îmraliyê ji bo mayîna li îmraliyê, îradeyeke xurt dixwaze. Em vê yekê di şexsê rêber Ocalan de dibînin.  Lê belê, her ku temen bi pêş ve diçe, laş jî êdî hêdî hêdî nikare hewcedariyên xwe, xwe bi xwe pêk bîne."

‘DIVÊ CPT Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DEMILDEST TIŞTEKÎ BIKIN’

Mistefa Keleş bang li CPT û hêzên navneteweyî kir ku bi lezgînî gavên cidî biavêjin û ji rewşa tenduristiyê ya rêber Abdullah Ocalan agahdar bibin û wiha dewam kir: "Divê Neteweyên Yekbûyî (NY) li gorî qanûnên ku danîne û Konvansiyona Cinêvê ya ku erê kiriye, tev bigere. Li gorî biryarên hatine dayîn, divê nexweşxane û bijîşkên pispor li zindanan hebin ku rewşa girtiyan bê zanîn."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/57dRQJrVhTw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>