QSD'ê li Dêrazorê du çete girtin

QSD'ê di operasyonekê de du çeteyên şaneyên DAIŞ'ê girtin, ku berpirsên sûcên qetilkirinê li herêma Dêrazorê ne.

QSD'ê li Dêrazorê du çete girtin
21 sibat, 2021   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk berbangê sibeha îro li bajarokê Şihêl ê dikeve rojhilatê Dêrazorê operasyoneke li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li dar xist.

Di encama operasyonê de du çete hatin girtin ku berpirsên sûcên qetilkirinê bûn, her wiha rêjeyek çek û cebilxaneyên wan hatin desteserkirin.

ANHA