Rûspiyên Zirganê piştgiriya xwe ya ji QSD`ê re nîşan da

Rûspiyên eşîrên navçeya Zirganê piştgiriya xwe ji berxwedana QSD`ê ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re nîşan da û gotin: "Dijmin li dijî me bûne yek, divê em jî bibin yek û bersivê bidin."

Rûspiyên Zirganê piştgiriya xwe ya ji QSD`ê re nîşan da
21 sibat, 2021   05:37
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema ragihandina Rêveberiya Xweser ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê dike û hin beş ji xaka Sûriyê dagir kirin.

Ev êriş ji gelê herêmê re nerehetiyê çêdike, nexasim li herêmên ku nêzî eniyên şer in. Artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Niştimanî ya Sûrî" hewldana têkbirina ewlehî û aramiya herêmê dike.

Rûspiyên eşîrên Zirganê banga dawîkirina hebûna dewleta Tirk a li herêmê kir û got, divê eşîrên herêmê piştevahiya xwe ya bi QSD'ê re xurttir bikin.

/kr/uploads/files/2021/02/20/210116_-.webp

Ji rûspiyên eşîra Herb li Zirganê Elî Xelef El-Ebas diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rûbereke mezin  ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Efrînê bigire û heta bi Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Her wiha got, divê hebûna dewleta Tirk a li herêma bi dawî bibe.

ELî El-Ebas destnîşan kir ku li herêmên nêzî eniyên şer ên bi çeteyên artêşa Tirk a dagirker re aramî û ewlehî lê tune ye, rastî talankirin û wêrankirin tên. El-Ebas di dawiyê de got: "Em bi dil û can piştgiriya QSD'ê dikin da ku dagirkeriya Tirk biqewitînin."

El-Ebas di berdewamiya axaftina xwe de ev xal rêz kirin:"Em rûspiyên eşîran bi hemû awayan li dijî artêşa Tirk a dagirker disekinin û em ê li ser erda xwe bimînin, ji ber ku derketina me tê wateya ku em erdê ji dagirkeran re dihêlin."

Elî Ebas bang li rûspiyên eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî artêşa Tirk a dagirker bisekinin û yekitiya xwe çêkin.

/kr/uploads/files/2021/02/20/210138_-.webp

Ji rûspiyên eşîra Sorka, Ferhad Simo diyar kir ku hebûna artêşa Tirk ne rewa ye û got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên me  dagirkirine, malên sivîlan talan û wêran dikin.

Ferhad Simo îşaret bi girîngiya yekitiya hêz û partiyên siyasî ya kurdî û çareserkirina nakokiyên heyî kir û wiha got: "Bi yekitiyê em dikarin  li dijî planên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.  Dijmin li dijî me bûne yek, divê em bersivê bidin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7AbjPlias2c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>