Netanyahu erêkirina dayîna derziyên li dijî Koronayê ji Şamê re derewand

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu agahiyên li ser erêkirina Îsraîlê ya dayîna derziyên Rûsyayê yên li dijî vîrusa Koronayê ji hikumeta Şamê re, di çarçoveya lihevkirina pevguherîna dîlgirtiyan de, derewandin.

Netanyahu erêkirina dayîna derziyên li dijî Koronayê ji Şamê re derewand
20 sibat, 2021   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Benjamin Netanyahu wiha got: "Derziyekî îsraîlê jî neketiya nava vê lihevkirinê. Me jina îsraîlê vegerand û em bi vê yekê kêfxweş in."

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê û biyanî daxuyand ku Îsralê bidesxistina bi sed hezaran a derziyên rûsî yên li dijî vîrusa Koronayê ji bo dayîna ji Sûriyê re, di çarçoveya lihevkirina pevguherîna dîlgirtiyan, erê kiriye.