Artêşa Tirk û çeteyên wê erebeyeke hikumeta Şamê li Girê Spî armanc kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îşev erebeyeke leşkerî ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê li gundewarên rojavayê Girê Spî armanc kir.

Artêşa Tirk û çeteyên wê erebeyeke hikumeta Şamê li Girê Spî armanc kir
17 sibat, 2021   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundewarên Girê Spî yên dagirkirî bi cih bûne, bi çekên navîn erebeya leşkerî ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê li ser rêya di navbera gundên Bîr Kino û Bîr Kêtikê yên rojavayê Girê Spî armanc kir û di encamê de rizarên madî gihaştin erebeyê. Lê heta niha tu agahiyên li ser ziyanên canî yên hêzên hikumeta Şamê bi dest neketine.

(fr)

ANHA