Dêrazor… Komîteya Xizmetguzarî û Şaredariyan dest bi sererastkirina rêyên çandiniyê kir

Nivîsgeha Rêyan a girêdayî Komîteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a Dêrazorê bi koordîneya şaredariyên gundewarên rojava, dest bi projeya restorekirina rêyên zeviyan û rêyên şaxî yên girîng kirin û ragihand ku dê di 45 rojan de bi dawî bibin.

Dêrazor… Komîteya Xizmetguzarî û Şaredariyan dest bi sererastkirina rêyên çandiniyê kir
17 sibat, 2021   15:24
DÊRAZOR-ELÎ EL-SALIH

/ar/uploads/files/2021/02/17/143325_anwr-alhlwm.webp

Li gorî Enwer El-Helûm endamê rêveber ê Nivîsgeha Rêyan, armanca projeyê ew e ku derbasbûna erebeyan li gundewaran hêsan bibe û dê roja şemî 20-2-2021`an proje dest pê bibe û piştî 45 rojan bi dawî bibe.

El-Helûm îşaret pê kir ku di projeyê de, dê rêyên li bajarokê Cezra El-Mîlac, rêya stasyona avê bi dirêjahiya 2 km, Cezra El-Bûhemîd rêya mizgefta El-Rewda bi dirêjahiya 2.5 km, rêyên herêma Kesra rêya xedemat a kevin bi dirêjahiya 2 km, rêya Hemar El-Elî El-Meqalêi 3.5 km, rêya Hemar El-Elî nuqteya xizmetguzarî bi dirêjahiya 2 km, rêya El-Seiwe El-Belediye bi dirêjahiya 2 km, rêya Zexîr nuqteya xizmetguzarî bi dirêjahiya 1 km, rêya Hewayic Bumesa 2 km, rêya Mihêmîde El-Hawî bi dirêjahiya  3 km, rêya El-Hisan El-Kelase 6 km, rêya El-Cilamde El-Cîe bi dirêjahiya 4 km heta herêma Meamêl werin restorekirin. El-Helûm destnîşan kir ku firehiya wan rêyan dê 8 metre be.

/ar/uploads/files/2021/02/17/143409_der-zor-seredar-28329.webp

Her wiha El-Helûm da zanîn ku wan ji bo pêkanîna projeyê, 6 qelabe, 2 tireks, 2 wesayîtên sîlîndir, 2 sahrîcên avê eyar kirine. Kar wê dabeşî du beşan bibe; beşa yekê ji herêma El-Seba Kîlometer û beşa din ji aliyê rojavayê Dêrazorê ji herêma Cezrat dest pê dike. piştî restorerkirina rêyan dê di pêvajoya duyemîn a projeyê de werin ziftkirin.

Nivîsgeha Rêyan a girêdayî Komîteya Xizmetguzariyê ya Dêrazorê bi koordîneya bi Şaredariya Gel a Reqayê re par dest bi hemleya sererastkirina rêya bajorkê Hecînê heta Baxozê kir.

(şx)