Li kampa koçberên Êzidî ya li Duhokê şewat derket

Li kampa Bêrsiva 2 ya li navçeya Zaxo ya Dihokê ku koçberên Êzidî lê dimînin şewat derket. 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 jî birîndar bûn.

Li kampa koçberên Êzidî ya li Duhokê şewat derket
17 sibat, 2021   08:50
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li kampa Bêrsiva 2 ya li navçeya Zaxo ya Dihokê ku koçberên Êzidî lê dimînin vê sibehê ji ber temasa kehrebeyê şewat derket.

Li gorî agahiyan, bav û 2 zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Xalid Iliyas ku xelkê Komalgeha Sîba Şêx xidir a ser bi Şengalê ( 31) ye li gel keç xwe ya 11 salî û kurê xwe yê 10  salî jiyana xwe ji dest dan.