Li gundekî Dêrazorê 3 bîrên avê hatin kolandin

Komîteya Xizmetguzarî û Şeredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê, 3 bîrên avê li gundê El-Celamdê yê rojavayê Dêrazorê amade vekirin da ku ava vexwarinê ji gelê herêmê re peyda bikin.

Li gundekî Dêrazorê 3 bîrên avê hatin kolandin
17 sibat, 2021   08:27
DÊRAZOR- ELÎ SALIH

Gundê El-Celamdê li rojavayê Dêrazorê ye û 6 km dûrî çemê Firatê ye. Her wiha  nêzî 600 kes tê de dijîn û ji wan de 200 koçber in ku ji deverên di bin destê hikumeta Sûriyê de hatine.

Piştî ku toreya sereke ya avê ya li kargeha El-Werq ji aliyê milîsên Îranê û hêzên hikumeta Şamê ve hate qutkirin, şêniyên gundê El-Celamdê zehmetiya peydakirina ava vexwarinê dikişand.

Komîteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê, ji bo ku pirsgirêka avê li gund çareser bikie, 3 bîr amade kirin.

Têkildarî mijarê, endezyar Mihemed El-Bekrî û serokê Nivîsgeha Fenî ya Desteya Xizmetguzarî û Şarederiyan a Dêrazorê got piştî lêkolînan diyar bû ku ava her sê bîran bi rêjeya ji sedî 80 ji bo vexwarinê ne.

Ji aliyekî din ve, Hac Ebû Ehmed spasiya Rêveberiya Sivîl kir û got: " Ji deh salan ve, bermîlek avê bi 600 lîreyên Sûriyê dihat kirîn."

Her wiha Ebû Ehmed xwest ku stasyoneke ava vexwarinê jî li herêmê were avakirin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kKaki4iZ3Os" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>