Çeteyan li Girê Spî ya dagirkirî careke din kesên ji eşîra El-Meşhûr revandin

Çavkaniyên herêmî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker mixtarê gundê Til Ebyed ê Rojhilat, bavê wî û gelek ciwanên ji eşîra El-Meşhûr revandin.

Çeteyan li Girê Spî ya dagirkirî careke din kesên ji eşîra El-Meşhûr revandin
11 sibat, 2021   09:51
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh bi ser malên gundê Til Ebyed ê Rojhilat ê girêdayî kantona Girê Spî de girt û hejmareke kesên ji eşîra El-Meşhûr revandin.

Ji kesên hatine revandin mixtarê gund Mistefa Ehmed El-Mistefa û bavê wî Ebdulhekîm Mistefa, hatin nasîn.

Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Girê Spî yê dagirkirî bi awayekî domdar bûyerên revandina şêniyan pêk tê. Ajansa me beriya çend hefteyan revandina 3 kesan ji eşîra El-Meşhûr, 4 kesên ji eşîra El-Henade û 7 kesên ji eşîra El-Fedîan a gundê Zeydî yê navçeya Silûk a kantona Girê Spî ya dagirkirî, belge kiribû.

(cx)

ANHA