Dr. Mehmûd Osman: Ji PKK`ê zêdetir êriş li dijî Başûrê Kurdistanê ne

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman tekez kir ku divê hemû aliyên siyasî yên kurdî li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk refên xwe bikin yek û got: “Mijar PKK`ê nîne, mijarê girêdayî Başûrê Kurdistanê ye û wê Başûr zêdetir zirarê bibîne.”

Dr. Mehmûd Osman: Ji PKK`ê zêdetir êriş li dijî Başûrê Kurdistanê ne
10 sibat, 2021   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN

HPG’ê îro bi daxuyaniyekê eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker bi armanca dagirkerina herêma Garê êrişek berfireh daye destpêkirin. HPG’ê ragihand ku hêzên dagirker ji Bakûrê Kurdistanê nehatine, ji aliyê Başûr ve êriş dikin û li gundê Siyanê di navbera gerîla û dagirkeran de şerekî giran derketiye.

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku êrişek wiha dihate pêşbinîkirin û got: “Divê hemû alî ji bo rawestandina van êrişan daxwazê ji navendên navneteweyî û Amerîka bikin ku zextê li dewleta Tirk bikin.”

Dr. Mehmûd Osman eşkere kir ku armanca van êrişan zêdetir Başûrê Kurdistanê ye û wiha domand: “Ev êriş li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê ne, sînor û serweriya wê derbas dike. Lewma li gorî min mijar ne PKK`ê ye, belkû mijar zêdetir Başûrê Kurdistanê ye. Başûrê Kurdistanê zêdetir zerermende. Dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê weke valahiyekê dibîne. Îtirafê bi Herêma Kurdistanê nake. Lewma malê xwe dibîne û di hemû aliyan de êriş dike.”

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurd kir ku bi yekgirtî li dijî van êrişan bisekinin û wiha got: “Divê aliyên siyasî yekgirtî bin û li dijî van êrişan bin. Daxwaza aştiyê bikin.”

(cx)