Dewleta Tirk û çeteyên wî gundên Babê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojhilatê bajarê Babê bi çekên giran topbaran dikin.

Dewleta Tirk û çeteyên wî gundên Babê topbaran dikin
8 sibat, 2021   16:35
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Erîma, Kawkilî û Ceb Hemza yên rojhilatê bajarê Babê bi çekên giran topbaran dikin.

Meclisa Leşkerî ya Babê û hêzên hikumeta Şamê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva jêdera êrişê didin.

Topbaran berdewam e. Derbarê ziyanan de agahî nehatin zanîn.

ANHA