Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 kesên din bi vîrusa Koronayê  ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 10 kesên din bi vîrusa koronayê ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 kesên din bi vîrusa Koronayê  ketin
8 sibat, 2021   17:45
NAVENDa NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku di 24 saetên dawî de  5 jin û 5 mêr bi vîrusa Koronayê ketin. Kesên bi koronayê ketin li van herêman in:

Girkê Legê: 1

Kobanê: 2

Reqa: 3

Tebqa: 3

Şehba: 1

Li gorî desteyê, di nava 24 saetên dawî de 4 pêkhateyên din baş bûne û tu kes nemirine.

Li gorî daneyên dawî yên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 8 hezar û 540 kes bi koroneyê ketin, 296 mirine û hezar û 222 baş bûne.

ANHA