Hemdan El-Ebid: Em ê berpirsên fesadiyê muhesebe bikin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ye mehane de, gelek mijarên xizmetguzarî nîqaş kirin.

Hemdan El-Ebid: Em ê berpirsên fesadiyê muhesebe bikin
8 sibat, 2021   14:30
REQA

Civîna mehan duh ji dezgehên çapemeniyê girtî li dar ket. Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş û her du cîgirên wan, hevserokatiya rêveberiyên herêmên Cizîr û Firatê û rêveberiyên sivîl ên Tebqa, Minbic û Dêrazorê tev li civînê bûn.

Destpêkê cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Cozêf Lehdo rewşa siyasî ya li herêmê nirxand û destnîşan kir ku dewleta Tirk êrişên xwe yên hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk peymana agirbesta ku bi Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re îmze kiriye, bin pê dike û mudexeleya kar û barên hundirîn ên dewletên din dike.”

Lehdo behsa hewldanên têkbirina ewlehiya li Sûriyê û derxistina fîtneyê di nava pêkhateyên gelê Sûriyê de kir. Lehdo destnîşan kir ku aliyên herêmî û navneteweyî naxwazin ewlehiya li herêmê bidome û wiha domand: “Em piştrast dikin ku yekitî rêya tekane ya têkbirina wan hewldanan e.”

Têkildarî diyaloga kurdî de Lehdo da zanîn ku li hevkirina kurdî gelek girîng e û beşek ji çareseriya aloziya Sûriyê ye.

Beşdaran gelek mijarên xizmetguzarî yên girîng di nav de aş, firin, nirxa nan û sotemenî û şopandina xebatên nivîsgehên zimhêrê û komîteyên çavdêr nîqaş kirin.

Girêdayî vê mijarê cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid ji ANHA`yê re axivî û got: “Di civînê de rewşa xizmetguzarî ya herêmê, danîna qanûn û vekirina nivîsgehên zimhêrê yên çavdêriya hundirîn ji bo kontrolkirina nirxan, hatin nîqaşkirin.”

El-Ebid diyar kir ku qanûna Qayser û bilindbûna nirxa dolarê, bi awayekî neyînê bandor li herêmê kir. Her wiha destnîşan kir ku kalîteya nan, mazot, sotemenî û warê çandiniyê bûn rojeva civîna wan.

El-Ebid axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dê Desteya Giştî ya Çavdêriyê were avakirin û şaştiyên heyî werin derbaskirin. Ev rêveberî ji bo xizmetkirina şêniyan hatiye avakirin.”

Hemdan El-Ebid got ew hewl didin berpirsên fesadiyê muhesebe bikin û Nivîsgeha Çavdêriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê aktîv bikin.

Têkildarî encamên civînê Hemdan El-Ebid ev agahî parve kir: “Ji bo zimhêrê, çavdêriya hundirîn, mafên zarokan, nirxandina rewşa aborî, peydakirina madeyên çandiniyê li gel şert û mercên aborî yên heyî, dê komîteyên ku ji nûnerên endamêm komîteyên qanûnsaz, aborî, malî û xwediyên tecrube pêk tên werin avakirin.“

El-Ebid banga hevgirtina şêniyan bi saziyên Rêveberiya Xweser kir û got: "Em ji bo wan kar dikin. Rêveberî xizmeta gelê dike û ne desthilatdar e."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Dhokpm9kWhM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>