'Ji ber ku Rêveberiya Xweser li pêşiya zordestiyê bend e, wek nexşerêya çareseriyê napejirînin'

Projeya Rêveberiya Xweser ji tevahiya pirsgirkên aloziya Sûriyê re bû bersiv. Lê ev proje ji aliyê hêzên bi nakok ên li ser desthilatdariyê yên ku xwe dispêrin aliyên herêmî û navdewletî ve nayê pejirandin. Siyasetmedarekî sûrî da xuyakirin ku ji ber ev proje li pêşiya zordestiyê û siyaseta "parçe bike bi ser keve" dibe kelem, hêzên ku mudexeleya Sûriyê kirine wê red dikin.

'Ji ber ku Rêveberiya Xweser li pêşiya zordestiyê bend e, wek nexşerêya çareseriyê napejirînin'
5 sibat, 2021   05:31
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Aloziya Sûriyê her ku diçe gurtir dibe. Ji Adara 2011`an ve ji ber mudexeleya hêzên derve û li gel israra hikumeta Şamê li ser zihniyeta xwe û girêdana opozîsyona Sûriyê bi aliyên din, tevgera şoreşgerî ya Sûriyê veguherî qada nakokiyên navneteweyî.

Li gorî daneyên Navenda Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) herî kêm 384 hezar kes hatin kuştin di nav de 116 hezar sivîl hene. Hejmara zarokên ku hatine kuştin gihaşt zêdetirî 22 hezaran. Bi sedan kes jî birîndar bûn û astendar bûn. Gelek kes di girtîgehên aliyên nakok yên li Sûriyê de hene.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) zêdetirî 6 milyon sûrî ji warên xwe koçber bûn û di nava kampên bêserûber de di nava Sûriyê de bi cih bûn. Zêdetirî 5.5 milyon sûrî jî li derveyî welêt penaber bûn, her wiha zêdetirî nîvê kargehên tenduristiyê wêran bûn.

Ji ber şerên ku li Sûriyê rû dan û hîna rû didin, binesaziya wê, dibistan û nexweşxane bi awayekî mezin wêran bûn. Aboriya Sûriyê ji ber ku temenê aloziyê dirêj kir, hilweşî nexasim piştî ku nirxa lîreyê Sûriyê li beramberî dolarê bi rengekî ku berê qet wisa nebûye daket. Di encamê de nirxên kelûpelan gelek biha bûn.

NY`yê got ku çîna herî mezin a sûrî di bin xeta xizantiyê de ye. Pêwîstiya bi milyonan kes bi ji nû ve avakirina jiyanê û jêderên qutê heye. Li rex ku aloziyê bi awayekî neyînî bandor li derûnî û hişê wan kiriye.

Di vê dawiyê de Sûriyê veguherî qada mudexele û şerê yekser di navbera aliyên sereke de. Ev yek asta têkilbûna berjewendiyên wan aliyan li ser hesabê belê Sûriyê diyar dike. Ev alî bi hinceta parastina gel û axa Sûriyê hewl dide berjewendiyên xwe pêk bîne.

Li Sûriyê niha 73 dewlet hene di sêrî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku serkêşiya Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê dike, Rûsya û Îran li rex hikumeta Şamê. Dewleta Tirk a ku piştgiriya komên çekdar ên terorîst dike.

Hebûna van hêzan di Sûriyê de, hişt ku alozî girêktir bibe li şûna ku çareserî bên dîtin. Nemaze ku opozîsyona Sûriyê, hişte  ku hêzên herêmî mîna dewleta Tirk axa Sûriyê dagir bike û ji armancên tevgera şoreşgerî ya Sûriyê ku banga azadiyê û demokratiyê dikir, dûr kevin. Her wiha rol û projeyên cidî yên ku aloziyê çareser dikin, paşguh dikin.

Hikumeta Şamê jî, ji destpêka aloziyê ve ji bo ku desthilata xwe biparêze, li dijî xwepêşandanên aştiyen tundî bi kar anî û hişt ku şoreş bikeve xeta leşkerî. Lew ra derfet da ku komên islamî yên radîkal û tundraw ava bibin da ku karibe kontrol bike. Van koman ajandeyên dewletên herêmî û yên navneteweyî mîna çeteyên dewleta Tirk pêk anîn.

Di destpêka aloziya Sûriyê de, dewleta Tirk sînorên xwe li pêşiya hinek alîgirên siyaset û timayên wê li Sûriyê vekirin. Wan jî ajandeyên wê li Sûriyê pêk anîn. Ji lew re îro Îtîlafa Sûriyê ava kir. Her wiha sînorên xwe li pêşiya derbasbûna komên terorîst ji Sûriyê re, vekirin. Gotina Erdogan dema got: "Em ê li mizgefta Umewî nimêj bikin", isbat dike ku timayên wê li Sûriyê hene. 

Ne "Îtîlafa Sûriyê" û ne jî hêzên din ên siyasî ku îdia dikin ku opozîsyona Sûriyê ne, tu çareseriyek ku hêviyên gelê Sûriyê ji bo pêkanîna azadî û demorkatiyê pêk neanîn. Di dirêjahiya temenê aloziya Sûriyê de, pişta xwe da dewleta Tirk.

Berovajî wê, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî projeyeke rastîn in ku ji tevahiya gelê Sûriyê re dibe hêviya çareseriya aloziya Sûriyê, rawestandina mudexeleya derve û bidawîkirina aloziyê. Ew jî projeya Rêveberiya Xweser a ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li herêmê pejirandiye.

/kr/uploads/files/2021/02/04/211223_-.webp

Hevseroka MSD`ê Emîna Umer di vê der barê de wiha got: "MSD`ê bi hemû çareseriyên siyasî û  aştiyane yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî re ye û di serî de biryara navneteweyî 2254`an. Em hemû çareseriyên leşkerî ku di encama wê de dê alozî mezintir bibe, binesaziya civakî, çandî, aborî hilweşe û zehmetiyên gelê Sûriyê zêdetir bike, red dikin."

MSD`ê ku di 9`ê Kanûna 2015`an hate avakirin di hevsengiya siyasî ya Sûrî û li ser erdnîgariya Sûriyê hejmareke zehmete. Ji ber ku nûnertiya gelek netew, ol, saziyên civaka sivîl bi hemû beşên xwe, partî û komên siyasî li Bakur û Rojhilatê, dike.

MSD`ê proje û mînaeke ji çareseriyek ji aloziya Sûriyê re ava kiriye, ev çareserî projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ku parastina aştiya navxweyî kir, derfet neda ku herêm ber bi şerekî navxweyî ve biçe wek herêmên din ên Sûriyê. Ev proje nêrîna dewletnetew û navendî red dike û banga hevgirtin û nenavendîbûnê dike.

/kr/uploads/files/2021/02/04/211249_-.webp

Di vê çarçoveyê de siyasetmedarê muxalif Semîr Ezam got, Rêveberiya Xweser mînaka çareserkirina aloziyên herêmê, gelê wê û çareserkirina sedemên heyî yên şofînîst, dûrxistin û zulmê ye.

Semîr Ezam wiha domand: "Hêzên Rêveberiya Xweser li hember êrişên dewleta xîlafetê ya DAIŞ`ê li ser xaka Sûriyê sekinîn. Bi milyonan gelê Sûriyê û nêzî 1/3 ji xaka Sûriyê rizgar kir. Parastina hemû pêkhateyên li welêt kir. Her wiha li beramberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ`ê parastina serweriya Sûriyê li herêma Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, kir."

Semîr Ezam teqez kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînakeke çandî û siyasî ye ji çareserkirina aloziya Sûriyê ya heyî re ye û bi biratiya gelên Sûriyê, wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de, wekheviya di navbera jin û mêr de, azadî, demokratîk, jiyana birûmet a welatiyan bi lêvegera leşkerî parastina ewlehiya welatiyan û rûmeta wan dike.

Emîna Umer destnîşan kir ku armanca MSD`ê ji projeya wê bidawîkirina aloziya Sûriyê ye, her wiha dûrxitina aliyên ku bi çarenûsa gelê Sûriyê dilîzin, pêkanîna hemû xwestekên gelê Sûriyê di guhertina demokratîk de bi rêya sîstemeke ne merkezî û bi rêya rêveberiyên xweser e.

Emîna Umer ji bo vê projeyê ev tişt anî zimanî: "Projeyeke demokratîke, nûnertiya îradeya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê dike da ku mafên wan ên rewa di destûr nû ya Sûriyê de misoger bike."

Emîna Umer teqez kir ku MSD`ê ji bo diyalogê Sûrî – Sûrî bi rêya yekitiya gelê Sûrî da ku bighêjin erêkirinên ku zehmetiyên vî gelî bidawî bike, bi israr e.

MSD`ê di aliyê diyalogê Sûrî – Sûrî de gavên mezin avêt. Gelek komxebat li hundir û derve lidar xist û herî dawîn jî Kongreya Niştîmanî yê Cizîrê û Firat di 25`ê Mijdara 2020`an de bû.

Tevî her tiştê ku projeya Rêveberiya Xweser bidest xist lê ev projeya ku serketina xwe îsbat kir di têkbirina sedemên ku hişt şoreşa Sûriyê çêbibe, esas nagire. Weke nexşerêya rêyekê da ku ji aloziya Sûriyê derkeve. Girêdayî mijarê siyasetmedar Semîr Ezam wiha axivî: "Sedema yekemîn redkirina navenda zulmê Rûsya – Tirkiyê û Îran û yên girêdayî wan rejîm û fesîleyên çete ji vê projeyê re."

Semîr Ezam diyar kir ku sedemeke din Amerîka û dewletên rojavayî ne ku destekê nadin projeya MSD'ê wekî nexşriyekê ji çareserkirina aloziya Sûriyê re û got:" Ji ber ku Amerîka di asta yekemîn de girîngiyê dide çareserkirina aloziyê li hemû herêmên Sûriyê, li Şamê û bi tayber li başûrê Sûriyê."

Ezam bi van gotinan sedema redkirina vê projeyê wiha vegot: "Ji ber ku ev proje bingehên desthilatê ku bi hikum dikin dihlweşîne. Ev proje ber bi yekitiya Sûriyê û gelê wê ve diçe û ji ber wê jî hilweşandina veguherandina bi xaka Sûrî û planên ku gelê Sûriyê li gorî siyaseta cûdahiyê têxe bin serweriya xwe de, kêm dike."  

Semîr Ezam wiha pêde çû: "Ji ber wê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xistin rewşeke parastinê de û destek dan êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Rêveberiya Xweser weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê. Gefên wan li ser herêmên rêveberiyê berdewam in û armanc wê ku projeya Sûriya demokratîk di rewşa parastinê de bihêle da ku nehêle li herêmên din ên Sûriyê belav bibe."

Lê ev yek nabe sedem ku MSD`ê di xebatên çareserkirina aloziya Sûriyê de nabe asteng. Ji ber MSD`ê di pêvajoya heyî de bi xebatên xwe ji bo yekitiya opozisyona Sûryê, derxistina çareseriyekê li gorî armancên gelê Sûriyê didomîne û hewl dide kongreyekî giştî yê hêzên opozisyona demokratîk li hundir û derve lidarxîne.

(bx-şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8-7KQgirEa8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>