Fikrê rêber Abdullah Ocalan rêya rizgariya gelan e

Şêniyan piştrast kir ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji wan re bûye sembol û got: "Em gelê ku li ser metoda berxwedan û fikira rêber Abdullah Ocalan mezin bûne û li hember tu hêzên dagirker radest nabin. Ji ber fikirê rêbertî rizgariya tevahî gelan e."

Fikrê rêber Abdullah Ocalan rêya rizgariya gelan e
4 sibat, 2021   03:31
ŞEHBA – LÎNDA ŞÊX

Şêniyên ku berê bi rêber Abdullah Ocalan re civîne, der barê hevdîtin û axaftinên ku di navbera wan de çêbûn de, axivîn.

/kr/uploads/files/2021/02/03/205356_-1600x1200_1.webp

Mihemed Kinco (67) ji şêniyên gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya girêdayî Efrînê ye. Kinco di 1982’yan de fikrê demokratîk ê rêber Abdullh Ocalan nas kir û gelek caran rêber Abdullah Ocalan li Lubnan, Şam û Helebê dîtiye.

Mihemed Kinco wiha got: "Min fikirê rêbertî di salên 80`ê de nas kir. Min xwe di fikirên wî de nas kir. Min rêbertî gelek caran dît û ez pêve hatim girêdan. Min soz da rêbertî ku ez ê şopdarê rêya şehîdên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirine, bim."

Kinco wiha domand: "Şoreşa me bi kesên xizan dest pê kir. Ji ber wê jî bingeha wê xurt e, ji lew re şoreşa me li hember tevahî hewldanên helandinê li ber xwe dide, her wiha hewldanên dawîn jî rêbazên Erdoganê faşîst e. Lê em bi sûcên wî bandor nabin, ji ber rêya me berxwedanî ye."

Mihemed Kinco wiha bi dawî kir: "Ew dev ji keda şehîdên xwe bernadin, dê her tim şopdarên fikirên rêber Abdullah Ocalan bin, tu carî li beramberî çi dagirkeran teslîm nabin, ji ber fikirên rêbertî rizgarkirina hemû gelan in."

/kr/uploads/files/2021/02/03/205416_-1600x1200.webp

Arif Şêx ku di 1953`an de ji dayik bûye û ji gundê Çiyê yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê ye. Arif Şêx di 1986`an de li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê tev li xebatê cebhewî bû û tevî hejmarek ji hevalan fikir û felsefeya rêbertî belav dikirin.

Arif Şêxo di 1992`an de li bajarê Helebê rêber Abdullah Ocalan dibîne û tev li gelek civînên wî, dersên fikirên azad û demokratîk dibe.

Arif Şêxo di vê derbarê de wiha axivî: "Di hevdîtina min de ya bi rêber Abdullah Ocalan re min dît ku ew girîngiyê dide enerjiya kesayetî û erkan dide gel. Gel li ser berpirsiyarî û xebata komî ji bo pêkanîna azadiyê, perwerde dike ."

Arif Şêxo di axaftina xwe de behsa mînak û axaftinên rêber Abdullh Ocalan kir û wiha axivî: "Rêbertî gilî, nerihetî û nedîtina çareseriyan qebûl nedikir. Ji ber wî her tim digot (Divê tu tu carî rehmê ji dijmin nexwazî. Tişta ku te dît baş e, bike. Şêwra heval, kesekî nêz û cînarê xwe bike, lê li hember astengiyan teslîm nebe. Hesab beriya ku tu ji kesekî din dixwaze ji xwe bixwaze."

Arif Şêx wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêbertî da zanîn ku dibe ku partî çewtiyan bike, dibe ku kesek jî çewtiyan bike. Lê belê gel bi tevahî ne pêkan e çewtiyan bike. Ji lew re gel bingeha projeya xwe girt. "

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A8XLbfjaqQ0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>