​​​​​​​Rewşa jiyanî li herêmên hikumeta Şamê dijwar e

Şêniyên Dêrazorê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de zehmetiya debarê dikişînin û hin kesên ku nexwestin navên xwe eşkere bikin, diyar kir ku alozî pir in û bi dawî nabin.

4 sibat, 2021   04:44
DÊRAZOR

Li seranserî Sûriyê herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de zehmetiya debarê û kêmbûna xizmetguzariyê hene, ji peydakirina nan bigire, heta bidestxistina mazotê. Der barê vê yekê de sozên vala û tunebûna çareseriyê dihêlin barên welatiyan hîn girantir bibin û aciz bibin.

Ji paytexta Sûriyê Şamê heta bi herêmên Dêrazorê welatî zehmetiya kêmbûna xizmetguzariyan, dikişînin, ji ber nikarin debara xwe bikin û ev jî dihêle welatî ne rehetir bin.

ꞌALOZÎ PIRR INꞌ

Du şêniyên ji Dêrazorê diyar kir ku rewşa debarê zehmet e, li aliyekî aloziyên dijwar pir in û li aliyekî din jî nirxên kel û pelan bilind in.

Welatiyê bi navê B. C ku nexwest navê xwe eşkere bike, li taxa Cora ya bajarê Dêrazorê ye axivî û got: "Em azarên gelek aloziyan dikişînin; ji wan bilindbûna nirxên kel û pelan, daketina lîreya Sûriyê û madeyên sotemeniyê peyda nabin."

B.C wiha axaftina xwe dewam kir: "Ger hemû ferdên malê karmend bin jî dê fonên wan têra hewcedariyên malê nakin. Ji bilî wê jî kehrebe qut dibe û çop li her derê heye, xetên telefûnê yên erdê ji 7 salan ve qut kirine."

ꞌDIRÊJAHIYA DORA MAZOTÊ, ÊDÎ NE XEMA ŞÊNIYAN Eꞌ

B.C axaftina xwe wiha domand: "Dirêjbûna dora bidestxistina mazotê yan jî nan ji welatiyan re êdî ne xem e, lê tişta ku bala wan mijûl dike, ew e ku di rojên pêş de dê çi aloziyên nû û dor derkevin pêşberî wan, nizanin."

Welatiya bi navê H.T ku ji tirsa ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike axivî û da zanîn ku di rojê de tenê saetekê kehrebe heye, nan bi rêya kesekî li taxê tê belavkirin û ji mafên her malbatekê ye ku 11 nanan werbigire.

ꞌREWŞA DEBARÊ ZOR Eꞌ

Ji ber herêma Dêrazorê ji herêmên ku bi çandiniya xwe tê naskirin, piştgiriya ji qada çandiniyê re nayê kirin û mazota germkirinê jî tune ye.

H.T wiha axaftina xwe dewam kir: "Ger ez bixwazim cereyeke gazê bînim malê, divê ez bi rojan li benda bidestxistina wê bisekinim û ger yek bixwaze ji sûka reş bikire divê  pereyekî pir bê dayîn, jixwe ev jî heke gaz hat peydakirin!."

H.T ev gotin lê zêde kir: "Nirxên kel û pelan zêde ye, piraniya malbatan ji mehê carekê goşt, mirîşkan dikirin û carcaran jî hin kes neçar dimînin ku nanê hişk bixwin."

ꞌWELATIYAN BI KAR TÎNINꞌ

H.T bal kişand ser bilindbûna nirxên dermanên li navendên tenduristiyê û nexweşxaneyên giştî û wiha dawî li gotina xwe anî: "Li her derê welatiyan bi kar tînin û gendelî li hemû navendên hikumeta Şamê heye."

(eh)

ANHA