`Berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriyê li ser sîstemên faşîst çêdike`

Şêniyên bajarê Kobanê îşaret bi berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got ev berxwedan li ser sîstemên faşîst xeter e.

`Berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriyê li ser sîstemên faşîst çêdike`
4 sibat, 2021   02:18
KOBANÊ

Piştî çend rojan Hêzên Ewlekariya Hundirîn dawî li aloziyên ku hêzên hikumeta Şamê derxistibûn anî û careke din aramî li bajarên Hesekê û Qamişloyê vegeriya.

Piştî ku serokê îstixbarata dewleta Tirk Hakan Fîdan serdana Şamê kir, hikumeta Şamê bi rêya hêzên girêdayî xwe li Qamişlo û Hesekê alozî derxistin. Her wiha hêzên bi nave "Dîfa El-Wetenî" yên girêdayî hikumetê, hin sivîl binçav kirin û êrişî bendên kontrolê yên hêzên ewlehiyê kirin.

Di 31`ê meha derbasbûyî de hêzên hikumeta Şamê û endamên Dîfa El-Wetenî li taxa Merşo ya bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn gulebaran kir. Di encamê de şer derket û leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Di heman demê de, hikumeta Şamê ambargo li ser kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kir û rê nade ku madeyên sereke yên wekî mazot, derman û zimhêr  derbas bibin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker jî êrişî Eyn Îsayê û gundewarên Til Temirê kir. Der barê van êrişan de çavdêr dibêjin ku dewleta Tirk hewl dide fitneyan di navbera pêkhateyan de derxe, ewlehiya herêmê û jiyana hevbeşa ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xerab bike.

/kr/uploads/files/2021/02/03/205627_-.webp

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Mihyedîn Besrawî yê ji Kobanê axivî û diyar kir ku herêmên wan bi saya zarokên wan ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin û wiha domand: "Me Rêveberiya Xweser a ku hemû pêkhateyan û mezhebên bakurê Sûriyê digire nava xwe, ava kiriye û me jiyana hevbeş misoger kiriye."

Besrawî destnîşan kir ku armanca hikumeta Şamê û dewleta Tirk yek e ku ew jî hewldana derxistina fitneyan û pirsgirêkan e, ji lew re divê gel li dijî van siyasetên ku dijberiya berxwedana wan dikin, yekîtiya xwe ava bikin.

/kr/uploads/files/2021/02/03/205649_-.webp

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê helbestvan Izet Hebeş diyar kir ku hikumeta Şamê dixwaze siyaseta xwe ya ‘yek al û yek ziman’ li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike. Izet da zanîn ku Rêveberiya Xweser ne tenê gelê Kurd digire nava xwe, lê belê hemû pêkhateyên herêmê digire nava xwe û li ser bingeha biratiya gelan û demokrasiyê bi rê ve dibe û banga avakirina Sûriyeke nenavendî û demokratîk kir.

/kr/uploads/files/2021/02/03/205709_-.webp

Hevserokê meclisa navçeya Şêran Xelîl Muslim eşkere kir ku dijminên gelê Kurd li dijî Kurdan dibin yek, ev jî di siyaseta dijminane ku dewleta Tirk a dagirker  û hikumeta Şamê dide meşandin de, diyar dibe.

Xelîl Muslim wiha dewam kir: "Armanca wan şikandina vîna gelê ku li dijî dagirkeran disekine ye. Her wiha Şehba dorpêç kirine û li Hesekê fitneyan derxin, di heman demê de dewleta Tirk a dagirker hîn jî êrişî herêmê dike û li herêmên ku dagir kirine, sûcan pêk tîne."

Xelîl Muslim axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî rihekî berxwedêr e û bi hemû pêkhateyên xwe ve li ser bingeha jiyana hevbeş dijîn, ev berxwedan jî ji bo sîstemên faşîst ên ku dixwazin vîna vî gelî têk bibin, xeter e, nexasim hikumeta Şamê ku hewl dide fitneyan di navbera pêkhateyan de derxe."

(eh)

ANHA