Saziyên civaka sivîl: Rojava û Şengal berxwedana cîhanê ne, em bi hev re biparêzin

40 saziyên civaka sivîl bi daxuyaniyeke hevpar tekezî bi berxwedana li dijî gefên li ser herêmê kir û bang li hemû sazî û rêxistinên civakî û hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz kir ku piştgiriyê bidin berxwedana gelên Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Saziyên civaka sivîl: Rojava û Şengal berxwedana cîhanê ne, em bi hev re biparêzin
31 ÇILE, 2021   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

40 sazî û rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî gefên dewleta Tirk ên êrişên li ser Şengal û herêma Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke hevpar da.

Rêxistinan di daxuyaniya xwe de bang li hemû sazî û rêxistinên civakî, hêzên bi azadî û demokrasiyê bawer in û tevahî gelên cîhanê kir ku xwedî li berxwedana gel a li Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin, da ku rê li ber metirsiyên qirkirin û tunekirina gelên herêmê bigirin.  

Berdewama daxuyaniyê wiha ye: “Wekî tê zanîn şerê ku herêm tê re derbas dibe bû sedema êş û azaran ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê şerekî giran rû da.

Di encama wê de bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran şênî koçber bûn. Li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi armanca guhertina demografîk û qirkirina plankirî ya çand, dîrok û cihên pîroz di herêmê de rojane bûyerên revandin, tecawiz û kuştinê pêk tên. Gelê me yê êzidî li Şengalê di sedsala 21`emîn de rastî jenosîdê hat, bi hezaran jin hatin firotin û hîna jî çarenûsa bi sedan jinan ne diyar e. Li herêmên Suryan û Asûran jî ku hatin hedefgirtin, bi dehan gund hatin valakirin.

Gelên herêmê ji bo parastina xwe û tevahiya cîhanê, her wiha ji bo parastina nirxên azadî, demokrasî, wekhevî û adaletê, bi pêşengiya jin û ciwanan şerekî birûmet meşand û bi rêya modela Rêveberiya Xweser hemû pêkhate bi çand, ol û baweriyên cuda karibûn bibin mînakek ji bo tevahiya gelên azadîxwaz û şoreşger.

Îro careke din gefên dewleta Tirk li dijî Şengal û heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Heta dawiyê ji bo parastina nirxên mirovahiyê bi pêşengiya jin û ciwanan em ê têkoşîna xwe li beramberî dagirkerî, faşîzm û mêtingeriyê bilind bikin.”

Saziyên ku daxuyanî daye ev in:

KONFEDERASYONA GAZIYÊN ŞER

TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER

TEVGERA JINÊN CIWAN

KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK

ZANÎNGEHÊN ROJAVA

HÊZÊN PARASTINA CEWHERÎ-HPC

HÊZÊN PARASTINA CEWHERÎ-JIN (HPC-JIN)

TEVGERA ÇAND Û HUNERÊ- TEV-ÇAND

TEVGERA KEVANA ZÊRÎN

KOMELEYA MAFÊN MIROVAN A CIZÎRÊ

RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN A EFRÎN-SÛRIYÊ

RÊXISTINA SARA

WEQFA JINA AZAD A SÛRIYÊ

KOMELEYA MAYA

JINWAR

NAVENDA LÊKOLÎN Û PARASTINA MAFÊN JINAN

YEKITIYA RAGIHANDINA AZAD

YEKITIYA PARÊZERAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

YEKITIYA KEDKARAN

YEKITIYA BIJÎŞKAN A HERÊMA CIZÎRÊ

YEKITIYA ENDEZYARAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

YEKITIYA ESNAFAN-HERÊMA CIZÎRÊ

YEKITIYA MAMOSTEYAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

YEKITIYA ODEYÊN BAZIRGANIYÊ YA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

YEKITIYA PEYMANKARAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

YEKITIYA ODEYA PÎŞEZASAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

YEKITIYA DERMANXANEYAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

YEKITIYA AJOKARAN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

YEKITIYA REWŞENBÎRAN A CIZÎRÊ

INSIYATÎFA PARASTIN A HIQÛQÎ

MALA ÊZIDIYAN

YEKÎTIYA ÊZIDIYAN A EFRÎNÊ

YEKITIYA ENDEZYARAN A CIZÎRÊ

RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL-REQAYÊ

RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL A MINBIC Û GUNDEWARÊN WÊ

TEVGERA AZADIYA JINÊN ÊZIDÎ

TEVNA ALÎKARIYA JINÊN ÊZIDÎ

RÊXISTINA ZAROKÊN ŞENGALÊ YA MIROVÎ

(cx)