Çiyayê Zawiyê nuqteya herî mezin a dagirkeriya Tirk e.. gelo girîngiya wê çi ye?

Çav li çiyayê Zawiyê yê Idlibê ye, ku bûye baregeha çeteyan û ji dewleta Tirk a dagirker re veguheriye nuqteyeke leşkerî ya herî mezin, nemaze piştî ku hêzên hikumeta Şamê jê vekişiyan. Agahî hene ku li tixûbên vî çiyayê zêdetirî 6 hezar leşkerên dewleta Tirk û sewqiyetên mezin ên hikumeta Şamê hene.

Çiyayê Zawiyê nuqteya herî mezin a dagirkeriya Tirk e.. gelo girîngiya wê çi ye?
31 ÇILE, 2021   04:27
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Artêşa Tirk a dagîrker hebûna xwe li herêma çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê xurtir kir. Çiyayê Zawiyê bûye armanca bê ya hikumeta Şamê, ku di demên dawîn de bi pêşde çû.

Derbasbûna karwanên leşkerî yên artêşa Tirk a dagîrker di dergeha Keferlosîn a li bakur rojhilatê dergeha Bab El-Hewa ya sînorî re ber bi parêzgeha Idlibê ve, bûye bûyereke asayî û rojane li Sûriyê, ku piraniya wan li herêma çiyayê Zawiyê bi cih dibin.

Hêzên dewleta Tirk a dagîrker hebûna xwe li çiyayê Zawiyê xurt kir û li nuqeteyên ku hêzên hikumeta Şamê di sala 2019'an de jê vekişiyane, belav bûn. Li gorî çavdêran, nuqteyên li ser erdê veguherîne baregehên leşkerî yên herî mezin.

Tevî ku tu daneyên fermî yên derbarê leşker û alvên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li Idlibê de tune ne, lê dîsa jî malpera “El-Hura” ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji hundirê Idlibê got ku hejmara leşkerên artêşa Tirk ên li herêma çiyayê Zawiyê zêdetirî 6 hezar leşker e.

Çiyayê Zawiyê xwedî girîngiyek e, ji ber ku ji aliyê başûr ve ji girîngtirîn deriyên Idlibê ye, kontrolkirina çiyayê Zawiyê rêya M4`ê misoger dike û ev jî ji bo artêşa Tirk a dagîrker û hêzên hikumeta Şamê pir girîng e.

Hêzên hikumeta Şamê rojane herêma çiyayê Zawiyê topbaran dikin û hewl didin rêya M4`ê û aliyê başûr rêyê vegerînin, her wiha hewl didin rêya bakur a ber bi Cisir Şixûr ve bi ewle bikin û bajarê Idlibê bi temamî dorpêç bikin.

ꞌÇIYAYÊ ZAWIYÊ XWEDÎ GIRÎNGIYEKE STRATEJÎK Eꞌ

Têkildarî mijarê rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê sûrî Malik El-Hafiz got, ji aliyê leşkerî ve herêma çiyayê Zawiyê ji bo hêzên hikumeta Şamê û hevalbendên wê yên rûsî re girîng e. Ji ber ku dixwazin derdora rêya M4`ê kontrol bikin û bi wê yekê dê karibin herêmên başûrê Idlibê ji bin serweriya hêzên terorîst bi derxin.

El-Hafiz da zanîn ku ji aliyê aborî ve jî ger derdora rêya Helebê-Laziqiyê ya navneteweyî were kontrolkirin dê tevgera bazirganiyê û tevgera veguhastina di navbera herêmên cuda de were aktîfkirin û wiha pê de çû: "Ev jî dihêle ku Rûsya teşwîqî berfirehkirina serweriya xwe li herêmên ku di vê rêyê re derbasî parêzgeha Hesekê dibin, bibe û rê li hewldanên komên artêşa nîştimanî û artêşa dewleta Tirk a li başûrê herêma "Nebi El-Selam", bigire."

ꞌALAVEKE NÛ YA BAZARAN E'

Der barê armancên artêşa Tirk a dagirker li çiyayê Zawiyê de, Malik El-Hafiz ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk dixwaze niha li çiyayê Zawiyê bimîne û tenê bi vekişandina ji nuqteyên çavdêriyê yên ku ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve hatibûn dorpêçkirin bimîne. Dewleta Tirk dibîne ku ew vekişîn ji bo razîkirina Rûsyayê ye, da ku Rûsya li beramberî vê yekê rê bide wê da ku li başûrê (Nebi El-Selam) bi taybet li Eyn Îsayê bi cih bibe, piştre dest bi êrişeke nû bike û gundewarên bakurê Helebê û kantona Şehbayê dagîr bike, li peyî wê li hemberî ku Rûsyayê bigihêje rêya M4`ê ew jî ber bi Minbicê ve biçe û piştre ber bi herêma Bab El-Hewayê ve biçe. "

El-Hafiz eşkere kir ku dewleta Tirk neçar e ku xwestekên Rûsyayê pêk bîne û ya herî girîng ew e ku komên terorîst mîna Huras El-Dîn, Partiya Turkistanî û Heyet Tehrîr El-Şam tesfiye bike.

Rojnamevanê sûrî axaftina xwe wiha domand: "Rewş bi giştî bi gelek guhartinan ve girêdayî ye, dibe ku li çiyayê Zawiyê êrişek çêbe û dibe ku beriya hilbijartinên serokatiyê be yan jî dibe ku ber bi agirbestekê ve biçe. Ev jî dê ji ber siyaseta derve ya rêveberiya serokê Amerîkayê yê nû Jeo Biden be û ji ber dan û standina wî ya neyinî ya bi Tirkiye û Rûsyayê re be. "

Malik El-Hafiz wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev yek dê her du aliyan anku Rûsya û Tirkiyê li hember çi diyakirina serweriyekê ji hev nêz bike. Li beramber wê jî bi nêzbûna Washington û Moskovê re li ser gelek dosyayan, dibe ku li Sûriyê li hev bikin. Jê jî serweriya Îranê li Sûriyê û dosyaya têkbirina terorê. Ev nêzbûn jî mîna şewqa kesk ji Rûsyayê re li bakurê rojavayê Sûriyê ye û bêyî ku tu girêbestan bi dewleta Tirk re pêk bîne."

(eh)

ANHA