Henan Osman: Divê hesab ji sûcdaran were xwestin

Qetilkirina hevseroka Meclisa bajarokê Til El-Şayir Seida El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr hişt ku bi hezeran jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo cezakirina kesên ev sûc pêk anîne, xwepêşandanan li dar bixin.

Henan Osman: Divê hesab ji sûcdaran were xwestin
31 ÇILE, 2021   07:30
QAMIŞLO – MEDYA HENAN

Ev bûyera hovane ne ya destpêkê ye ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî jinên siyasetmedar pêk tînin. Bûyera qetilkirina Seîda û Hindê ji qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef û Zehra Berkel û dayika Eqîde ne cuda ye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jinan qetil dikin. Bûyera qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef di 11`ê Cotmeha 2019`an de ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve, mînaka vê yekê ye. Paşê qetilkirina çalakvana jin û kesayeta welatparêz Eqîde Elî di 13`ê Cotmehê de.

Di 24`ê Hezîrana heman salê de dewleta Tirk di encama bombebarana hewayî li ser bajarê Kobanê de endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Kobanê Zehra Berkel şehîd xist her wiha di 22`ê Çileyê çeteyên DAIŞ`ê hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir a navçeya El-Deşîşa ya kantona Hesekê Seîda El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr şehîd xistin.

Seroka Weqfeya Newroz a Çand û Hunera Civakî li Lubnanê Newroz Osman diyar kir ku rêzekuştinên li dijî jinan li tevahî cîhanê pêk tên û wiha got: "Her tim jin dibin berdêl lê sûcdar jî yek e. Destpêkê ji Kurdistanê, Filistînê, Efganistanê, Lîbyayê, Misir, Iraq û hwd."

Der barê kuştinên dawîn de Henan Osman got: "Agahiya kuştina wan ji me re weke çalakvanên jin li Lubnanê pir bi êş bû, bi taybet ku rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst destekê ji hikumeta AKP`ê digire û bi hemû şêwaz û rêbazan jinan dike hedef, bi taybet jinên  çalakvan."

‘BÊYÎ BERDÊL AZADÎ PÊK NAYÊ‘

Henan Osman diyar kir ku armanc ji sûcên li dijî jinan ku îradeya jinan a azadî û pêşveçûnê dorpêç bikin, sînorekî ji serkeftin û pêşengiya wê ji civakê re di nava sîstema demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de deynin û got: "Azadî tu carî bêyî berdêl û têkoşîn nayê bidestxistin."

Henan Osman tekez kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek berdêl dane û der barê erka jinan de Newroz Osman got: "Em wek çalakvan û parêzvanên maf û jiyana jinan, sûcên bi vî awayî ne tenê şermezar dikin, lê belê divê em bi hevgirtina pratîk sînorekî ji van sûcên hovane re deynin."

‘ERKÊN ME MEZIN IN’

Henan Osman bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku pîvan û qanûnên navneteweyî pêk bînin û wiha domand: "Em tu helwesta cidî der barê sûcên ku li dijî jinan têne kirin, nabînin."

Seroka Weqfeya Newroz a Çanda Civakî li Lubnanê Newroz Osman bêdengiya navneteweyî der barê sûcên hikumeta Erdogan ên li dijî gelên herêmê, bi taybet li dijî Kurdan de şermezar kir û got: "Erkên me ji bo berdêlên ku jinan dane, mezin in. Em baş dizanin ku divê em li her derê dengê wan bin."

(bx)

ANHA