Li pişt perdeya bûyerên dawîn ên li Hesekê û Qamişloyê çi heye?

Hêzên hikumeta Şamê ji demekê ve dorpêça li ser kantona Şehbayê girantir dikin û tevgerên prokovatîf li bajarên herêma Cizîrê pêk tînin. Gelo rastiya van bûyaran çi ye?

Li pişt perdeya bûyerên dawîn ên li Hesekê û Qamişloyê çi heye?
30 ÇILE, 2021   04:39
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Hikumeta Şamê ji demekê ve siyaseteke kirêt li dijî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nemaze koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin, dimeşîne. Her wiha nahêle alîkarî û madeyên xwarinê yên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişîne, derbasî herêmê bibin.

Di vê dawiyê de jî asta dorpêçkirina li ser koçberên Efrînê girantir kir. Ji zêdetirî mehekê ve nahêle sotemenî û pêdiviyên rojane derbasî kantona Şehbayê bibin. Siyaseteke li gorî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ku Efrîn dagir kir û şêniyên wê koçber kirin, dimeşîne.

Koçberên Efrînê û rêxistinên hiqûqî û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast dikin ku siyaseta hikumeta Şamê ji nirxên exlaqî û mirovî dûr in.

Hemwexî dorpêça li ser kantona Şehbayê ji hêla hikumeta Şamê ve, li bajarên Hesekê û Qamişlo yên herêma Cizîrê di vê dawiyê de li ser asta ewlehiyê nakokiyek di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û milîsên Parastina Nîştimanî ya girêdayî hikumeta Şamê de piştî tevgerên prokovatîf ji hêla endamên hikumeta Şamê û milîsên wê ve, derket. Li gel wê jî dorpêçek li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ferz kir.

SEDEMÊN NAKOKIYÊ

Di 2`yê Çileyê de, Dîfa El-Wetenî û endamên girêdayî hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li bajarê Hesekê bi hev ketin. Piştî ku endamekî Dîfa El-Wetanî bombeyek avêt nava welatiyan, 2 sivîl, di nav de zarokek, hatin kuştin û zêdetirî 20 sivîl birîndar bûn.

Di roja din de, endamên şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê gelek sivîl ji şêniyên Qamişloyê girtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî mudaxele kir, di encamê de pevçûn çêbû.

Piştre Dîfa El Wetenî rojane gule li çargoşeya ewlehiyê ya li taxa Helko ya li başûrê Qamişloyê ber bi şêniyan ve barandin û erebeyên wan kirin hedef. Herî dawî di 23`yê Çileyê de endamên Dîfa El Wetenî gule li malên sivîlan barandin. Ji ber mudaxeleya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, pevçûn di navbera her du aliyan de derketin.

Li rex tevgerên prokovatîf ên endamên şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê, Dîfa El Wetenî şêniyên ku diçin nexweşxaneya wetenî ya Qamişloyê ya li nêzî balafirgehê û di bin kontrola hêzên hikumetê de, dişelînin.

Kî dibînin, digirin an jî dikin hedef. Hêzên hikumeta Şamê di 26`ê Çileyê de gule li teksiyekê dema di ber benda kontrolê ya balafirgeha Qamişloyê re derbas dibû, barandin.

Ev tevgerên prokovatîf ên endamên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî, ne nû ne. Ruxmî ku hikumeta Şamê gelek caran soz daye Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku dê çekdarên Dîfa El Wetenî kontrol bike, lê  çekdarên Dîfa El Wetenî di 4`ê Nîsanê de hêzên hikumeta Şamê tîma rewşên awarte ya girêdayî şaneya aloziyê ya Qamişloyê, kir hedef. Tîmê di çarçoveya hemleya li djiî vîrusa koronayê de bajar dezenfekte dikir. Di encama wê hedefgirtinê de endamekî tîmê şehîd ket. Wê demê hêzên Rûsyayê mudaxele kir û hêzên hikumeta Şamê soz da ku endamên xwe kontrol bike û Dîfa Wetenî ji hev bike. Lê ev yek heta niha pêk nehat.

KÊ ÊRIŞÎ BENDA KONTROLÊ YA HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN KIR?

Roja 27`ê Çileyê şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li çargoşeya ewlekariyê ya li Hesekê karmendên saziyên sivîl û hin alîgirên wan bi zorê derxistin xwepêşandanê. Endamên hêzên hikumetê û endamên Dîfa El-Wetenî cilên sivîlan li xwe kirin da ku nîşan bidin ku yên xwepêşandan li dar xistine, sivîl in. Lê belê dîmenên li wir hatine kişandin û li ser medyaya civakî belav bûne, hemû îdiayên hikumeta Şamê û dezgehên wê yên çapemeniyê derewandin. Di dîmenan de xuya dibû ku kesên bi cilên sivîl çek û demançe rakirine.

Yek ji kesên bi zorê beşdarî xwepêşdanê hatiye kirin ku ji ber tirsa wî ku peywira xwe di Daîreya Avê ya girêdayî hikumeta Şamê li bajarê Hesekê de winda bike, nexwest nasnameya xwe eşkere bike û wiha got: “Em agahdar kirin ku divê em xwepêşandanê li dar bixin, an jî dê me ji kar derxin. Ji ber wê yekê hemû karmend û heta yên di betlaneyê de jî neçar man tev li xwepêşandanê bibin.”

Heman karmendî diyar kir ku îdiayên hikumeta Şamê yên ferzkirina dorpêçê li ser şêniyan bê bingeh in û got: “Dorpêç li ser hêzên ewlekariyê û leşkerî yên li çargoşeya ewlekariyê ya li bajarên Qamişlo û Hesekê ne. Ew yek jî ji ber siyaseta hikumeta Şamê û endamên Dîfa Wetenî li dijî sivîlan û binçavkirina ciwanan û tengavkirina şêniyan pêk hat. Herî dawî jî endamekî Dîfa Wetenî bombeyeke destan avêt şêniyên Hesekê.”

Piştî kombûna li çargoşeya ewlekariyê ya li Hesekê, endamên hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê û endamên Dîfa Wetenî ku piraniya wan bi cilên sivîl bûn û çek rakiribûn, êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo ku wan ji hev veqetîne, ber bi hewa ve fîşek teqandin. Di dîmenên li ser medeyaya civakî hatine belavkirin de jî, xuya dibe ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn fîşekan ber bi hewa ve diavêjin.

Karmendê li bajarê Hesekê piştrast kir ku serokên şaxên ewlekariyê, kesên ku kom bûbûn, sor kirin da ku êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin, piraniya kesên êriş kirine endamên rejîmê û Dîfa Wetenî bûn.

‘GUHERTINA RASTIYAN’

Ya balkêş ew e ku dezgehên çapameniyê yên hikumeta Şamê bi rêya îdiayan û belavkirina agahiyên şaş hewl didin rastiyan biguherînin û raya giştî sor bikin. Wekî dema ku îdia kir ku dorpêç li dijî sivîlan e, her wiha hewldanên derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de wekî ku di 12`ê Adara 2004`an de kiriye.

ŞEHBA

Hikumeta Şamê her wiha siyasetên li gorî siyaseta dewleta Tirk a dagirker dimeşîne ku gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine. Hikumeta Şamê ambargo li ser şêniyên herêma Şehbayê ferz dike, ku ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker di 20`ê Çileya 2018`an de zêdetirî 200 hezar sivîl bi darê zorê ji gund û bajarokên xwe koçber bûn. Her wiha nahêle ku madeyên xwarinê, pêdiviyên rojane û madeyên sotemeniyê derbasî herêmê bibin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû derfetên xwe hewl dide ku dorpêça hikumeta Şamê ferz kiriye, bişikîne û madeyên xwarinê û pêwîstiyên sereke bigihîne şêniyên herêma Şehbayê. Heya niha jî tu rêxistinên mirovî û navneteweyî alîkariyan nadin koçberên Efrînê. Heta ku hikumeta Şamê dorpêça li ser şêniyên Şehbayê bi dawî neke, ne gengaz e ku Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dorpêçê ji ser navendên ewlehiyê yên hikumeta Şamê yên  li Qamişlo û Hesekê rake.

(şx-cx)

ANHA