Dêrazor… ji paşguhkirin û serdema tarîtiyê ber bi birêxistinbûn û xebatê ve - 3

Piştî serweriya DAIŞ`ê li ser Dêrazorê û pêkanîna komkujiyan li dijî şêniyên wê û bi taybetî eşîra El-Şiêtat, herêma Dêrazorê di qonaxeke giran re derbas bû. Lê belê bi rizgarkirina gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê ji aliyê şervanên QSD`ê ve, careke din roja azadiyê hilat.

Dêrazor… ji paşguhkirin û serdema tarîtiyê ber bi birêxistinbûn û xebatê ve - 3
30 ÇILE, 2021   02:31
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

PIŞTÎ TARÎTIYA 4 SALAN ROJA AZADIÊ JI NÛ VE LI DÊRAZORÊ HILAT

Çeteyên DAIŞ`ê sala 2014`an herêma Dêrazorê xist bi serweriya xwe. Piştî wê yekê hin koman hewl da li dijî çeteyên DAIŞ`ê bisekinin, wekî koma “Mexawîr El-Sewra” û hin şaxên eşîra El-Şiêtat a girêdayî qebîleya El-Igêdat a li Meyadînê. Lê belê DAIŞ`ê li hemberî kesên dijber, tundî bi kar anî û ew çewisandin. Bi taybet piştî ku bajarê Mûsil ê Iraqê kontrol kir û hemû çekên giran, tank, wesayitên zirxî û topavêj ku ji artêşa Iraqê desteser kiribû, veguhastin Dêrazorê.

Piştî ku komên çete wekî Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ji bo kontrolkirina bajarê Dêrazorê hevkariya DAIŞ`ê kir, DAIŞ`ê piştî bidestxistina bajêr hemû cureyên çekên giran ên di destê xwe de ji bo tunekirina wan koman bi kar anîn.

Eşîrên herêma Dêrazorê “Meclisa Mucahîdî Şûra” ava kir da ku li hemberî DAIŞ`ê bisekinin, lê belê meclisê nikarîbû tiştekî bike û eşîr ketin bi serweriya DAIŞ`ê. Bi wê yekê re, serdema girtinê û tesfiyekirina dijberan destpê kir.

KOMKUJIYA EL-ŞIÊTAT

Ji bo tirsandina eşîrên Dêrazorê, çeteyên DAIŞ`ê di Tebaxa 2014`an de zêdetirî 700 kesî ji eşîra El-Şiêtat a bajarê Dêrazorê qetil kirin û bi sedan girtin. DAIŞ`ê her wiha eşîra El-Şiêtat bi şer û hewldana tunekirina serweriya wê tawanbar kir, di encamê de endamên eşîrê yên mayî hatin koçberkirin. Piştî wê yekê DAIŞ`ê serweriya çavkaniyên petrolê û herêma rojhilatê Sûriyê kir û ew bi bajarê Mûsilê yê Iraqê ve girê da.

Piştî ku DAIŞ`ê serweriya xwe li ser piraniya xaka Dêrazorê ferz kir, çekên eşîran desteser kirin. Li gorî hin çavkaniyan, çeteyan zêdetirî 20 hezar çekên sivik û navîn desteser kirin.

Di wê demê de, komên girêdayî hin eşîrên Dêrazorê tev li refên DAIŞ`ê bûn, hinekên din jî û bi taybetî jî yên ji eşîra El-Şiêtat li dijberî DAIŞ`ê sekinîn.

REJÎMÊ EŞÎRÊN HERÊMÊ BI TENÊ HIŞTIN

Gundewarên Dêrazorê bi temamî ketin destê çeteyên DAIŞ`ê, lê belê bajar bi temamî neket bin serweriya çeteyan. Ji lew re hêzên hikumeta Şamê hin şêxên eşîran ên bûrjûva yên li taxên wekî El-Cora, El-Qisûr, Herabîş, El-Bexiliyê û balafirgeha leşkerî ya Dêrazorê ku alîgirên rejîmê bûn, li dora xwe kom kirin û şêniyên din jî bi tenê hiştin. Li ser wê yekê hin ciwanên eşîran ji bo parastina xwe komên çekdar ava kirin, wekî eşîra El-Şiêtat ku Lîwaya “Siqûr El-Firat” ava kir.

Di heman demê de, DAIŞ`ê li hemberî eşîrên Dêrazorê siyaseta tirsandinê meşand û piştgiriya madî û manewî da hinekan li ser hesabê hinekên din. Her wiha endamên eşîran ên girtî bi destê eşîrên ku tev li wan bûne, dan tesfiyekirin û bi hezaran ciwanên eşîran bi çek kirin, nexasim di dema êrişên li dijî bajarê Kobanê yên dawiya sala 2014`an.

Di 12`ê Îlona 2016`an de di rojên cejna Qurbanê de, çeteyên DAIŞ`ê dîmenek ku tê de bi tawanbariya sîxuriyê serê 19 kesan jê dikin, belav kir û got ku ew hemû ji bajarê Dêrazorê ne. Ew kes li cihekî serjêkirina sewalan hatin daliqandin.

Di Gulana 2017`an de jî, serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî bi rêya dîmenekê bi navê “bangewaziyê bibersivînin” bang li ciwanên eşîrên Dêrazorê kir ku tev li refên çeteyan bibin. Di dîmenan de her wiha diyar dibû ku çete kaxizên “serferberiya Bexdadî” li ciwanan belav dikin û li kolanên Dêrazorê bi nivîsa “bangewaziyê bibersivînin” pankartên mezin datînin.

Di hin dîmenên din de, diyar dibû ku şêxên eşîran ciwanan sor dikin ku tev li çeteyan bibin û ji wan re digotin ku heke tev li wan nebin, dê bên serjêkirin.

Çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî li Dêrazorê li ser dayîna biryaran disekinîn. Roj bi roj ji ber bombebarana hêzên Koalîsyona Navneteweyî, balafirên Rûsyayê, balafirên hikumeta Şamê û topbarana Îranê, rewşa herêmê xirabtir dibû û di encamê de bi hezaran şênî koçber bûn û binesazî hate rûxandin.

ROJA AZADIYÊ JI NÛ VE HILAT

Piştî nêzî 4 salan ji serweriya çeteyên DAIŞ`ê li ser gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê, li ser bangewaziya eşîrên herêmê ji bo QSD`ê û ji bo rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 9`ê Îlona 2017`an de bi destekdayîna Koalîsyona Navneteweyî dest bi operasyona “Bagera Cizîrê” kir. Di 11`ê Îlona 2017`an de komeke şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê “komîteya amadekar” damezirand da ku bingeh û rêgezên Meclisa Sivîl a Dêrazorê (wekî meclisên sivîl ên herêmê rizgarkirî) nîqaş bike. Komîteyê piştgiriya xwe ji operasyona QSD`ê li Dêrazorê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê, nîşan da.

Wê demê, hêzên hikumeta Şamê û bi destekdayîna Rûsya, hêzên Îranê û mîlîsên girêdayî wê, ragihand ku ew ê li dijî DAIŞ`ê li aliyê din ê çemê Firatê dest bi operasyonê bikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk di 23`ê Adara 2019`an de bi daxuyaniyekê ragihand ku gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin. Piştî wê hêzên QSD`ê gelek operasyon li dijî şaneyên veşartî yên girêdayî DAIŞ, dewleta Tirk û hikumeta Şamê ku fitne li herêmê derdixistin, dan destpêkirin.

Niha piraniya herêmên rojhilat û rojavayê Dêrazorê yên li aliyê bakurê Dêrazorê ji aliyê Meclisa Sivîl a Dêrazorê ve tên birêvebirin. Hikumeta Şamê, Rûsya û komên ser bi Îranê ve jî li aliyê başûrê çemê Firatê serwer in.

(cx)

ANHA