Pedersen li ser civînên "Komîteya Destûrî: Bê hêvî bûn

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen li ser encamên tûra pêncemîn a civînên "Komîteya Destûrî" got, bê hêvî bûn.

Pedersen li ser civînên "Komîteya Destûrî: Bê hêvî bûn
29 ÇILE, 2021   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Pedersen di axaftina xwe ya dawî de ya di civînên "Komîteya Destûra Bingehîn" de ragihand ku ev tûre tiştek bi dest nexist û li ser sîstema civînan jî lihevkirinek çênebû û got: "Heger kar  bi vî rengî bidome em ê nikaribin berdewam bikin. "

Geir Pedersen piştî civînê, di kongreyeke çapemeniyê de ev agahî da: "Bê hêvî bû..Tûr bêyî ku sîstemekê diyar bike dest pê kir. Ji ber ku rejîm pêşnûmeya opozisyonê red kir. "

Pedersen bi domdarî got: " Di vê hefteyê de îsbat ku ev xet bê kêr bû, bêyî guhertina rêbaza kar em ê nikaribin berdewam bikin."

Pedersen diyar kir ku wî bi her du serokên beşdar re nîşqaş kir û banga tevkariyeke zêdetir li wan kir. Her wiha daxuya kirin ku ew ê di demeke nêzî dike biçe Şamê da ku van mijaran û çawaniya pêkanîna biryarên 2254 gotûbêj bikin.

Pedersen eşkere kir ku ew ê bi Rûs, Îran, Tirk û Ereb, Ewropa û rêveberiya nû ya Amerîkayê re bicive.