Rûspiyekî eşîra Şemer: Em amade ne bersiva hemû êrişên li dijî xaka xwe bidin

Ji rûspiyên eşîra Şemer, şêx Ehmed El-Şetî got, ji bo rêgirtina li dijminahî û dagîrkirina herêmên Sûriyê ji aliyê delweta Tirk ve, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne hemû tiştên xwe feda bikin.

Rûspiyekî eşîra Şemer: Em amade ne bersiva hemû êrişên li dijî xaka xwe bidin
30 ÇILE, 2021   03:48
QAMIŞLO- KADAR ÎBRAHÎM

Bertekên gel ên li dijî gefên dewleta Tirk a dagîrker ên êrişa li ser herêma Dêrikê, zêde dibin. Ji rûspiyên eşîra Şemer,  şêx Ehmed El-Şetî diyar kir ku Erdogan hewl dide dîroka osmaniyan vegerîne û aloziyên welatê xwe derxîne derve.

Ehmed El-Şetî destnîşan kir ku tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî gefên li dijî herêmên destek in û got, pêkhateyên herêmê bi hev re Rêveberiya Xweser ava kir û xwîna ewladên wê di rêya parastin û yekitiya xaka herêmê li eniyên şer tev li hev bû.

El-Şetî got, Erdogan hewl dide dîroka osmaniyan li herêmê vegerîne û aloziyên welatê xwe derxîne derve û wiha pê de çû: “Îdiayên Erdogan ên dagîrkirina herêmên me bê bingeh in. Her kes wê yekê dizane. Ew dixwaze serweriya tevahî cîhanê bike, ne tenê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji lew ra me dît çawa dest li Lîbya, Yemen û Qerebaxê werda.”

Şêx Ehemd El-Şetî destnîşan kir ku dewleta Tirk girîngiya tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizane, ku ew tecrubeyeke ne ji rêzê yek û dikare çareseriyê ji tevahî pirsgirêkên Sûriyê re bîne û got: “Ji ber wê yekê bi êrişên xwe vê rêveberiya ku hemû gel kir yek, dike hedef.”

El-Şetî bang li hemû rûspiyên eşîrên ereban û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bibin yek da ku rê li êriş û gefên dewleta Tirk bigirin. Her wiha teqez kir ku hevgirtina hemû pêkhateyan rêya tekane ya bidawîkirina dagîrkeriya Tirk û parastina destkeftiyên gelê Sûriyê ye.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CWzEn1KkYKY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>