Kongreya 3'yemîn a Yekitiya Dermansazan bi biryaran dawî bû

Yekitiya Dermansazên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di kongreya xwe ya sêyemîn de gelek biryar girtin û hevserokatiya yekitiyê hilbijart.

Kongreya 3'yemîn a Yekitiya Dermansazan bi biryaran dawî bû
29 ÇILE, 2021   16:32
HESEKÊ

Bi diruşma "Bi zanist û exlaqê em ê pîroziya peyama mirovî ya pîşeya dermansaziyê biparêzin", Yekitiya Dermansazên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreya xwe ya sêyemîn li bajarê Hesekê li dar xist.

Di kongreyê de rêziknameya yekitiyê hate nîqaşkirin, her wiha biryar hatin girtin û hevserokatî û cîgirên wê hatin hilbijaritn.

Kongre li hola Nuxba ya bajarê Hesekê hate lidarxistin. Bi dehan dermansazên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevserokatiya Meclisa Giştî ya TEV-DEM'ê Zelal Ceger û Xerîb Hiso û hevserokatiya Fakulteya Tib a Zanîngeha Rojava Ebîr Hesaf beşdarî kongreyê bûn.

Kongrê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso axivî, lidarxistina kongreyê li gelê Sûriyê pîroz kir û rewşa siyasî nirxand.

Hiso bal kişand ser aloziya Sûriyê ku derbasî sala xwe ya 10'an dibe û got: "Aloziya Sûriyê êdî bûye dozeke navneteweyî, mîna şerê cîhanê yê sêyemîn e ku bê çareserî ye. Hemû dewletên ku destwerdanê li Sûriyê dikin li berjewendiyên xwe yên ku dawî jê re nine, dixebitin."

Hiso destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagîrker ji bo parçekirina Sûriyê dixebite, Rûsya û Amerîka yên "Garantor" li hemberî sûcên wê bêdeng in. Hiso nirxandinên xwe wiha domand: "Dewleta Tirk dagîrker nasnameya Tirk li ser gelê Sûriyê ferz dike, lê hikumeta Şamê nasnameya Sûrî parçe dike û diyalogên ji bo çareserkirina aloziyê qebûl nake."

Hiso di berdewama nirxandinên xwe de diyar kir ku komplo û tevgerên veşartî di navbera hikumeta Şamê û Enqereyê de hene û wiha pê de çû: "Em Sûrî ne, me Sûriya parast û me fedekarî da, lê mixabin hikumeta Şamê îtîrafê bi Sûriya me nake. Ji ber ku bi awayekî veşartî bi dagîrkeriya Tirk re hevkariyê dike û ambargo li ser koçberên Efrînê yên li Şehbayê ferz dike."

Xerîb Hiso di dawiya axaftina xwe de got, divê Yekitiya Dermansazan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê erka xwe ya mirovî bi cih bîne da ku zemîneke tendurst a hevgirtî ava bibe.

Di kongreyê de Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî giran li hemberî dijmin dike "Pêvajoya bê xetertir e, dijmin her cûre teknelojiya bi kar tîne, ji ber vê yekê divê em hişyar bin da ku pêvajoya zehmet derbas bikin."

Piştî axaftinan, rapora salane ya Yekitiya Dermansazên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hevserokê Yekitiya Dermansazan a kantona Şehbayê Fewzî Îsa ve hate xwendin. Rêziknameya yekitiyê ji aliyê Hevserokê Yekitiya Dermansaên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ednan Hiso ve hate xwendin.

Piştre hilbijartin pêk hatin, di encamê de Endan Hiso wekî hevserokê Yekitiya Dermansazên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Xalid Dawud wekî cîger hatin hilbijartin.

Kongreyê bi girtina biryaran bi dawî bû. Ji wan;

- Mafê dermansaz nine ku bêyî raçêta tibî dermanên psîkotropî bifroşe.

-endamên meclisa rêveber a yekitiyê ku beşdarî 3 civînan nebûn ji erk tê dûrxistin.

-Heger dermansaz  her sal heta dawiya 1'ê Nîsanê xerçên xwe nede, dê ji sedî 25 li xerça salane were zêdekirin

-Cezayê firotina dermanên psîkotrop û narkotîkî bi armanca bazirganiyê ew e ku dermanxane 6 mehan tê girtin û qedexeye ku dermansaz 6 mehan li bakur û Rojhilatê Sûriyê vê kar bike. Ev yek bi koordîneya Desteya Tenduristiyê û Dadgeha Gel dê pêk were.

-Vekirina depoyeke dermanan li kantona Şehba û taxa Şêxmeqsûdê.

-Derbasbûna dermanan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê were şopandin.

-Li hemû şaxan dermanxaneyên navendî dê werin vekirin.

-Têkilî bi dewletên cîran re were avakirin.

-Divê dermansaz dermanan ji depoyên ruxsetkirî bikirin.

-Ji bo guhertina dermanan civîn bi Yekitiya Bijîşkan re were lidarxistin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hezar û 382 dermanxane di bin sîwana Yekitiya Dermansazan de xwe bi rêxistin kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AAiKXLdOhL0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>