Qetilkirina  Seida û Hind li Den Haagê hate şermezarkirin

Qetilkirina hevseroka bajarokê Til El -Şayir a navçeya Deşîşa ya kantona Hesekê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El- Xidêr ji aliyê DAIŞ’ê ve bi çalakiyekê li bajarê Den Haag a Hollandayê hate şermezarkirin.

Qetilkirina  Seida û Hind li Den Haagê hate şermezarkirin
29 ÇILE, 2021   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakî ji aliyê  Meclisa Jinan a Ronahî ya Den Haagê ve li pêşiya Parlemetnoya Hollandayê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de bal hate kişandin ser rola girîng a jinên pêşeng. Têkildarî kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator Erdogan’ pankart hatin hildan.

Herî dawî ji bo çalakiya sibe ku ji bo piştgirîkirina çalakiya grevên birçîbûnê ya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, banga tevlîbûnê kirin.