Rewşenbîr: Fikrê Ocalan pêşeroja Rojhilata Navîn e

Rewşenbîrên li Hesekê diyar kirin ku felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji bo xêzkirina pêşerojeke nû li Rojhilata Navîn, çareseriya herî guncav e.

Rewşenbîr: Fikrê Ocalan pêşeroja Rojhilata Navîn e
27 ÇILE, 2021   08:42
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Rewşenbîran destnîşan kir ku tevahiya gelên blindest, bi fikrên rêber Abdullah Ocalan ên ku biratiya gelan û jiyana hevbeş li herêmê pêk anîn, bawer kir.  

Der barê mijarê de endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şaxê Hesekê nivîskar Mihemed Beşîr ji ANHA`yê re axivî û got: “Tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, piştî komploya navneteweyî ya li dijî wî, hate ferzkirin. Armanc jî rêgirtina li pêşiya modernîteya demokraîk e.”

/kr/uploads/files/2021/01/27/083040_-large.webp

Li gorî Beşîr, ji ber ku dewletên kapîtalîst îdeolojî û fikrê neteweya demokratîk qebûl nekir, komplo li dijî wî pêk anî û ew dîl girt.

'MÎRASEKE FIKRÎ Û DESTKEFTÎ`

Beşîr wiha domand: “Bawer kirin ku bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan dê karibin fikrê neteweya demokratîk têk bibin. Lê nikarîn fikrê rêber Abdullah Ocalan ê ku li ser tecrube û mîrasa bi hezaran salan ava bûye, tune bikin.”

Têkildarî bandora felsefeya rêber Abdullah Ocalan Beşîr dibêje: “Serkeftin û destkeftiyên ku di şoreşa Rojava de hatine bidestxistin, encamên vî fikrê demokratîk in. Ev fikr dikeve bin xizmeta tevahiya pêkhateyên herêmê.”

`RONAKBÎRÊ KU HER KES LI HEV KOM KIR`

Nivîskar û berdevkê Nivîsgeha Hesekê ya Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ezher Ehmed got: “Em rêber Abdullah Ocalan bi ronakbîrê ku her kes li hev kom kiriye, bi nav dikin. Ji ber ku xwediyê tevahiya taybetmendiyên siyasî û felsefî ye û çareseriyên bingehîn ji herêmê re anîn.”  

/kr/uploads/files/2021/01/27/083141_-large.webp

Ehmed destnîşan kir ku piştî dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan, pêvajo ji neteweya kurdî veguhezî fikrê neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera tevahiya pêkhateyên herêmê de, tevahiya gelên herêmê bi vê çand û fikrê bawer kir.

Der barê sedema kombûna gelên herêmê li dora fikrê rêber Abdullah Ocalan de Ehmed diyar kir ku tevahiya gelên bindest xwe di vê projeyê dît, ji ber ku rastî êrişan, zilm û girtinê mîna gelê Kurd hatin.

Ehmed wiha domand: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim pê dihesin ku deyndarên rêber Abdullah Ocalan in. Felsefeya wî her kes li hev kom kir û benda tirsê ya di nava pêkhateyên herêmê de şikand.”

Ehmed got felsefeya rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk ji bo xêzkirina projeyeke nû li Rojhilata Navîn çareseriya herî guncav e ku tevahiya pêkhate tê de bi hev re bijîn. Ezher Ehmed di dawiyê de got: “Divê em çand, fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan belav bikin û bi vê giyana berxwedanê xebatên xwe berdewam bikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A9r0wIKzzUA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>