YPJ: Serkeftina ku li Kobanê hatî jiyîn, em ê li bajarên dagirkirî jî bidin jiyîn

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di savegera 6’an a rizgarkirina Kobanê de hemû şehîdên têkoşînê bibîr anîn û got: “Azadî û serkeftina ku li Kobanê hatî jiyîn, em ê di her sê bajarên xwe yên di bin dagirkeriyê de jî bidin jiyîn."

YPJ: Serkeftina ku li Kobanê hatî jiyîn, em ê li bajarên dagirkirî jî bidin jiyîn
26 ÇILE, 2021   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermadariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya salvegera  6'emîn a Berxwedana Serdsale ya Kobanê daxuyaniyek da û ev got: “Bi boneya salvegera 6. a rizgarkirina warê berxwedanê Kobanê di serî de li rêberê gelan rêber Apo, hemû rêhevalên me yên ku bi ruhên xwe yên fedayî ku îro bûne sembola berxwedana gelan, malbatên şehîdan, tevahî şervanên li ser rêya heqîqetê tekoşîn dikin, hemû dostên gelê Kurd û tevahî mirovahiyê pîroz dikin.

Şerê li Kobanê li hember hovîtiya dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê hate kirin. Berxwedana gelê herêm bi felsefeya jiyana azad kêlî bi kêlî bi lehengiya neviyên xwedawendên Mezopotamya yên mîna Arîn û Rêvanan navê xwe li dîroka mirovahiyê bi tîpên zêrîn nivîsandin. Her çiqasî 6 sal li ser berxwedana Kobanê re derbas bû, em dikarin bêjin şervanên navên xwe di dîroka mirovahiyê de nivîsandine, îro bûne pêşengên tevahî jinên tekoşer. Di roja îro de di her qada jiyanê de şopdarên rêya Arîn û Avestayan bi ruhê berxwedana Kobanê, bi qehremaniya şervana têkoşer di Berxwedana Serdemê de canê xwe feda kirin ji bo azadiya tevahî gelan, em dibînin îro bi hezaran jinên têkoşer û jinên ku dilê wan ji bo jîna azad lêdidin, tekoşîn dikin û li ber xwe didin.

 

Dengê azadiyê ya ku di dîroka 26’ê Çileyê ku bi dengê berxwedaniyê ku misogerî de di wê roja dîrokî gihijte lutkeyê, bi serkêşiya bi sedan keçen qehreman û çeleng ku dengê wan ji erdê hetanî asîmanan, ji bo ku dengê xwe bigihînin mirovahiyê, her yek ji wan bi desmala serkeftinê weke îro li kolanên Kobanê û di çeperên germ de cihê ku azadî lê hatibû dîtin. Îro jî em bi heman dengî ji bo em azadiya Kobanê bigihêjinin dawî, em ê bi ruhê berxwedana Kobanê wan bajarên xwe yên îro dibin dagirkeriya dijminê mirovahiyê ango çeteyên Erdogan û çeteyên DAIŞ’ê de rizgar bikin. Azadî û serkeftina ku li Kobanê hatî jiyîn, em ê di her sê bajarên xwe yên di bin dagirkeriyê de jî bidin jiyîn.

Herî dawî di kesayeta hevrêya xwe Avesta Xabûr de tevahî şehîdên şoreşa Rojava, bibîr tinin û bejna xwe ditewînin. Salvegera 6. a rizgarkirina Kobanê li tevahî mirovahiyê pîroz dikim. Em weke fermandariya YPJ’ê soz û keyifxweşiya xwe ji vê rojê û hemû rojan re dibêjin. Ji bo bilindkirina têkoşîna xwe em ê di hemû çeperan de ala serkeftinê, heta pêkanîna xewin û xeyalên rêhevalên me yên b sedem ku em van rojan bijîn.”