Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyeke endamê xwe ku li bajarokê El-Kerame şehîd bûbû, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
24 ÇILE, 2021   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku endamê wan Xalid El-Kerad roja pênşemê 21'ê Çileyê li bajarokê El-Kerame yê rojhilatê Reqayê şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku aliyên terorîst endamê wan dema ku li ser erka xwe bû, hedef girt û di encamê de şehîd bû.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Xalid El-Kerad

Navê bav: Hesen

Navê dayikê: Qetine

Cih û dîroka tevlêbûnê: El-Kerame, 05.09.2017

Cih û dîroka şehadetê: El-Kerame, 21.01.2021

)dm(