Berxwedana girtiyên siyasî 53 roj in dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên dewleta Tirk li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 53’yemîn de dewam dike.

Berxwedana girtiyên siyasî 53 roj in dewam dike
18 ÇILE, 2021   07:47
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Girtiyên siyasî yên ji doza Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK), di 27’ê Mijdara 2020’an de bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 21 sal in di girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F de tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên ku di girtîgehan de zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Çalakiya girtiyan di roja 53’yemîn de berdewam dike.

(şx)