Şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de dewam dike

Di topbaran û şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de, li derdorê gundê Enkawî yê Sehil Xab, 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û çend çeteyên dewleta birîndar bûn.

Şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de dewam dike
15 ÇILE, 2021   08:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyên ser bi dewleta Tirk ve li herêma Sehil Xab a gundewarên bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin, di encamê de 3 çete birîndar bûn.

Di şerên ji şeva din heta vê sibehê de li derdora gundê Enkawî yê Sehil Xab, 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Li aliyekî din, hêzên hikumeta Şamê gundên Sefohin, Fatîre û herêmên din ên li çiyayê Zawiye yê gundewarên Idlibê bi dijwarî topbaran kirin, heta niha agahiyên li ser windahiyan nehatine bidestxistin.

(cx)