Iraqiyên li kampa Holê dixwazin vegerin warê xwe

Penaberên iraqiyên li kampa Holê bang li hikumeta Iraqê kir ku ji bo vegera wan bixebite û destnîşan kir ku mafê wan e ku li warê xwe vegerin. Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser ji hikumeta Iraqê xwest ku gavên cidî ji bo çareserkirina dosyaya penaberên Iraqê yên di kampê de bavêje.

Iraqiyên li kampa Holê dixwazin vegerin warê xwe
15 ÇILE, 2021   03:46
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Di sala 2014`an de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran iraqiyên ku ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî Mûsilê reviyan, pêşwazî kir û wan li kampa Holê ya 45 km dikeverojhilatê bajarê Hesekê bi cih kir.

Dema şerê li Baxozê ku baregeha dawî di destê DAIŞ'ê de mabû, anku destpêka 2019`an hin malbatên iraqî li kampa Holê bi cih bûn. Hejmara penaberên iraqî yên li kampa Holê 30 hezar û 706 kes in û li ser 82 hezar û 84 malbatan hatine belavkirin. Her wiha zêdetirî 30 hezar kesên din jî li gund û bajarokên herêma Cizîrê bi cih bûne.

Iraqiyên li kampê bang li hikumeta Iraqê dikin ku wan vegerînin welatê wan.  Beriya niha bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin malbat vegeriyan Iraqê û li gorî belgeyên ne fermî ji sala 2019`an derdora 7 hezar kes vegeriyane Iraqê, lê malbatên din hîn jî li kampê ne û daxwaza vegerê dikin.

HETA KENGÎ EM Ê LI VIR BIMÎNIN?

Ebû Ehmed ji parêzgeha Enbarê ye, tevî malbata xwe ku ji 11 kesan pêk tê beriya du salan hatin kampa Holê. Nixuriyê wî yê 25 salî ji ber nexweşiya penceşêrê û ji ber ku nekarî kurê xwe li nexweşxayên taybet derman bike mir.

Ebû Ehmed ku ji ber sedemên taybet nexwest nav û paşnavê xwe eşkere bike got ku mafê wan heye ku li warê xwe vegerin û wiha domand: "Ji ber şerê li Iraqê rû da em neçar man ku ji malên xwe derketin. Ji ber top û moşekan em reviyan.  Ma gelo em ê heta kengî li vir bimînin? Tu karê me li vir tune ye."

Ebû Ehmed behsa rewşa xwe ya li kampê kir û wiha got: "Dema kurê min bi nexweşiya penceşêrê ket, min nekarî wî derman kiriba û rêxistinên navneteweyî yên li kampê jî alîkariya  me nekir. Lê rêveberiya kampê bi me re bû alîkar û min kurê xwe li bajarê Qamişlo derman kir. Lê mixabin li wir nexweşxaneyên taybet ên vê nexweşiyê tune bûn,  ji ber vê yekê min nekarî kurê xwe rakiriba nexweşxayên Şamê û di dawiyê de mir. "

/kr/uploads/files/2021/01/14/203739_-.webp

Lûey Murad ê ji parêzgeha Selahedîn ji 3 salan ve hatiye kampê, ji ber şerê li Iraqê gelek zehmetî dîtine,  bang li hikumeta Iraqê kir ku wan vegerînin welatê wan.

/kr/uploads/files/2021/01/14/203802_-.webp

Abdullah Mehmûd Mihemed (78 ) ji bajarê Dicla ye, beriya 4 salan ji ber şerê li Iraqê hat kampa Holê. Mihemed hikumeta Iraqê rexne kir ku ji bo vegerandina wan naxebite û got: " Ma gelo gel, jin û zarokan çi kirine ji hikumetê ku gelê xwe pêşwazî nake?"

Hena Mihemed jineke ji Mûsilê xwedî 10 zarok e, beriya 3 salan dema ku ji bajarê Qaim ê Iraqê ber bi Sûriyê ve dihat hevserê wê di encama şer de hate qetilkirin û ew li kampa Holê bi cih bû. Di vê der barê de Hena bang hikumeta Iraqê kir ku wan vegerînin welatê wan û got: "Gunehê me çi ye?"

ꞌEM HÊVÎ DIKIN KU IRAQÊ JI BO DOSYA IRAQIYÊN LI KAMPÊ GAVÊN CIDÎ BIAVÊJEꞌ

/kr/uploads/files/2021/01/14/203835_-.webp

Cîgirê Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt destnîşan kir ku rewşa Iraqê jî wekî rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku ji ber DAIŞ`ê û rêxistinên terorîst zor zehmetî dît.

El-Giêt got ku hejmara penaberên iraqî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir e û wiha gotina xwe dewam kir:"Derdora 30 hezar iraqî li Holê hene, ji xwe hemû ne DAIŞ`î ne, gelek ji wan ji ber şerê li Iraqê rû da li ser koman hatin herêmên me yên bi ewle û hin ji wan jî malbatên çeteyên DAIŞ`ê ne."

Fener El-Giêt da zanîn ku şandeyeke ji Wezareta Karên Derve ya Iraqê û saziyên ewlekariyê serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, da ku dosya Iraqiyan çareser bikin û ev yek li gotina xwe zêde kir:"Em wekî endamên Rêveberiyê Xweser bi wan re bûn alîkar, şandeya iraqî serdana kampa Holê kir, bi penaber, koçber û terorîstên iraqî re dan û standin û wê demê derdora 5 hezar iraqiyan navên xwe tomar kir û xwestin vegerin Iraqê."

Di dawiyê de Fener El-Giêt îşaret wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji ber şerê li Iraqê destpêkê hin penaber ditirsiyan ku vegerin Iraqê, derfetên Rêveberiya Xweser diyarkirî ne, ji lew ra em hêvî dikin ku Iraqê ji bo çareserkirina dosya penaberên iraqî gavên cidî biavêje."

(eh)

ANHA