Derengmayîna barîna baranê, bandor li sûkên pez ên Reqayê kir

Di encama derengmayîna barîna baranê û bilindbûna bihayên êmê pez de, li sûkên pez ên Reqayê tevgera kirîn û firotanê rawestiye. Ev yek jî metirsiyê ji xwediyên pez û bazirganan re çêdike.

Derengmayîna barîna baranê, bandor  li sûkên pez ên Reqayê kir
11 ÇILE, 2021   08:17
REQA-EHMED ESAF

Xwedîkirina pez, piştî çandiniyê, hêmana duyemîn a debara jiyana şêniyên Reqayê ye. Lê ji 15 rojan ve, tevgera kirîn û firotina pez rawestiye. Bi wê re buhaya pez bi rêjeya ji sedî 5-15 li gorî cureya pez kêm bûye. Lê xwediyên pez û bazirganên wê eşkere dikin ku kêmbûna buhayên pez di encama bilindbûna bihayên xwarina pez de ye.

/ar/uploads/files/2021/01/11/074357_ahmd-alaysa.webp

Bazirganên pez ên Reqayê destnîşan kir ku sedema sereke ya sekinandina kirîn û firotina pez, ji ber bilindbûna bihayên xwarina pez e. Têkildarî mijarê, bazirganê mihan a li sûka pez a Reqayê (Makif) Ehmed Îsa wiha got: "Sedema kirîn û firotana kêm, bilindbûna bihayên xwarina pez e. Ji ber her kîloyek ji ceh ji 450 heta bi 500 lîreyên Sûriyê ye. Lê beriya du hefteyan kîloya ceh bi 275 lîre bû, îro jî bi rêjeya ji sedî 70 bilind bûye."

/ar/uploads/files/2021/01/11/074417_hsn-alhmd.webp

Îsa bang li aliyên peywendîdar kir ku destwerdanê bikin û çareyekê ji pirsgirêkê re bibînin, ceh li sûkan bi bihayên guncaw dabîn bikin.

Li aliyekî din jî, bazirganê bi navê Mihemed Hesen wiha axivî: "Em nikarin mihekê jî bikirin. Ji ber xwarina pez biha ye. Îro pêdiviya her pezekî bi 2 hezar lîreyên Sûriyê ji xwarinê heye, lê berê tenê 500 lîre têrê dikir."

Xwediyê pez ê li gundewarên bakurê Reqayê Hesen Hemed wiha got: "Dewlemendiya sewalvaniyê li herêmê, piştî bilindbûna xwarina pez li sûkan, ber bi tunebûnê ve diçe. Îro her kîloyek ka bi 275 û her kîloyek ceh bi 500 lîreyên Sûriyê ye."

Hemed wiha gotina xwe berdewam kir: "Em pezên xwe dibin sûkan, lê nayên firotan. Yan dê bi bihayekî erzan were firotan an jî divê pez vegere mal. Berê her mihek digihişt 400 hezar lîreyên Sûriyê, lê niha 300 hezar lîre derbas nake."

Têkildarî derengmayîna barîna baranê, Hemed wiha axivî: "Vê yekê bandoreke li xwediyên pez kir. Di her salê de giya li çêregehan şîn dibe, lê îsal mehil e û tu giya bi sedema derengmayîna baranê şîn nebû. Em niha ji pez re xwarina wê tînin."

 TEDBÎRÊN RÊVEBERIYA XWESER

Ji bo derbaskirina xetereyên vê yekê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6’ê Çileyê de giştînameyek li ser kêmkirina bihayên kepek derxist.

(fr)

ANHA