TJK-F: Heta ku ev biryardarî hebe dê li kolanên Parîsê ala berxwedan û têkoşînê her geş be

TJK-F’ê daxuyand ku di çalakiyên 9’ê Çileyê de li 5 bajarên Fransayê çalakî hatine lidarxistin û got “Heta ku ev biryardarî hebe dê li kolanên Parîsê alaya berxwedan û têkoşînê her dem geş bibe.”

TJK-F: Heta ku ev biryardarî hebe dê li kolanên Parîsê ala berxwedan û têkoşînê her geş be
11 ÇILE, 2021   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) der barê çalakiyên protestoyê yên salvegera Komkujiya Parîsê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Salvegera 8’emîn a qetlîama Parîsê bi dawî bû. Di gel ku 8 sal derbas bûye jî ev qetlîam di bîra me jinên Kurd de hê jî zindî ye. Wijdan ji bo sê jinên şoreşger hê jî zindî ye. Hêrsa me wekî roja pêşîn zindî ye. Me soz dabû ku em ê hesabê vê qetlîamê bipirsin û meşa xwe ya azadiyê bidomînin, em hê jî li ser sozên xwe ne.

Li gelek welatên cihê yên Ewropayê û li gelek erdnîgariyên cihê yên dinyayê em jinên dilê wan bi 3 şoreşgerên jin diavêjin daketin qadan. Em dizanin ku kujerên vê qetlîamê kî ne. Daxwaza me jî ev e ku berpirsên vê qetlîamê were darizandin. Em ê sê jinên şoreşger ên Kurd ne bi tenê rojekê bi bîr bînin, em ê têkoşîna xwe roj bi roj geş bikin, pergala xweser a jinan bikin tarza jiyanê û têkoşîna xwe bidomînin.

Kî û çi me asteng bikin em ê bi hêrsa xwe ya li hemberî kujeran wan hilweşînin û wekî duh di her 9’ê Çileyê de dakevin qadan. Heta ku dîktator Erdogan ê ku fermana qetlîamê dabû were darizandin û êrîşên li ser jinan di çarçoveya ‘femînîcîd’ê de were nirxandin wê têkoşîna me bidome.

Di çalakiyên 9’ê Çileyê de Parîs tê de li 5 bajaran çalakî hatin lidarxistin. Em biryardariya li ser xeta Sara ya jinên Kurd silav dikin. Heta ku ev biryardarî hebe wê li kolanên Parîsê alaya berxwedan û têkoşînê her dem geş bibe.

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez wê li her qada ku têkoşîn hevgirtina jinan heye wê bijîn û ew ê Erdoganê dîktator ê ku fermana qetlîamê dabû were darizandin!”