Ebû Hol: Dibe ku asta têkiliyên Qeter ên bi Tirkiyê û Îranê re kêm bibe

Eşref Ebû Hol destnîşna kir ku Amerîka qebûl nake ku têkiliyên Qeter ên bi dewleta Tirk û Îranê re berdewam bikin û got ku dê Dewha hêdî hêdî îxwanan ji xaka xwe derxe da ku, ji ku dixwaze di lihevkirina erebî ya çaralî de bimîne.

Ebû Hol: Dibe ku asta têkiliyên Qeter ên bi Tirkiyê û Îranê re kêm bibe
11 ÇILE, 2021   04:03
EL-QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Têkildarî lihevhatina dewletên çaralî bi Qeterê re û sînaryoyên muhtemel ku heger Qeterê bendên peymanê pêk neyîne, nivîskar û gerînendeyê edîtoriya Rojanmeya Ehram a Misirê Eşref Ebû Hol ji ANHA'yê re axivî.

Ebû Hol got ku ji ber du sedeman nirxandina asta serkeftin an binketina peymana lihevhatina çaralî ya çar dewletên Ereb; Misir, Erebistanan Siûdiyê, Îmarat û Behreynê bi Qeterê re ya ku di lûtkeya Ula ya 5’ê vê Çileyê de li Erebistanan Sûriyê hate îmzekirin, zû ye.

ꞌDIVÊ QETER ŞERTÊN BINGEHÎN PÊK BÎNEꞌ

Ebû Hol wiha domand: "Sedema yekemîn; şertên sereke hene pêwîstiya pêkanîna wan bi demê heye, mîna kêmkirina asta têkiliyên Qeter bi Îran û Tirkiyê re, her wiha dûrxistina Îxwan El-Muslimîn ji navendên bi bandor û çapemeniya qeterî. Sedema duyemîn; ji ber  ku dewleteke wekî Misir yan jî Îmaratê bi Qeterê re têkildarî vegera li ser pêkanîna peymanê xwedî tecrûbeyekê ye, ji lew re divê baweriyek bi Dewhayê re were çêkirin, da ku li gorî peymanê tevbigire."

Têkildarî vegera Qeterê ji asta têkiliyên di navbera Îranê û dewleta Tirk de, Ebû Hol destnîşan kir ku îhtîmaleke mezin e ku li wan têkiliyan vegere, nexasim ku di serdema Trump an jî heta Biden de di navbera Washingotin, Tehranê û Enqereyê de rageşî hene

Ebû Hol destîşan kir ku Amerîka qebûl nake ku têkiliyên xurt ên di navbera Dewha, Îran û dewleta Tirk de berdewam bikin, nexasim têkiliyên bi Îranê re, ji ber ku Îran sûd ji aboriya boykotkirina çaraliyên  erebî ji Dewhayê dît. Ebû Hol wiha domand: "Li aliyekî din rêveberiya Amerîkayê dê hebûna Îranê li dewletekê ku mezintirîn baregehên wê li derveyî DYA`yê qebûl neke.  Ji  ber vê yekê îhtîmal heye ku Dewhayê têkiliyên xwe yên aborî yên bi Tehranê re sivik bike, bi taybet bi vekirina qadên asîmanî û sînorên bejahî yên bi Siûdiyê re, li gel vê dê hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li Qeterê jî sivik bibe û piştgiriya ji aboriya Tirkiyê re jî dê lawaz bibe."

ꞌDIBE KU DEWHA ÎXWANAN JI XAKA XWE DÛR BIXEꞌ

Ebû Hol texmîn dike ku  dê Dewha Îxwanan ji xaka xwe bi dûr bixe. Ji ber dixwaze bi lihevanîna her 4 aliyên erebî re bimîne, nexasim bi organîzekirina Kûpaya Cîhanê ya FIFA re ku dê di dawiya 2022`an li dar bikeve.

Nivîskar û rojnamevanê misirî û gerînendeyê edîtoriya Rojnameya Ehram Eşref Ebû Hol di dawiyê de got: "Îhtîmaleke mezin heye ku dewletên çaralî dest ji hin şertên xwe berda bin, bi taybet şertên girêdayî girtina kanala El-Cezîra li hemberî ku ev kenal propgendayên xwe yên dijber û destwerdana xwe ya di kar û barên dewletên çaralî rawestîne, her whia hin şertan tev li yên din bike an demeke dirêj de pêk bînin. Lê hîna hurguliyên vê lihevkirinê nehatine eşkerekirin."

(eh)

ANHA