'Hevgirtina pêkhateyan hêzê diafirîne û bi hêzê serkeftin misoger dibe'

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îşaret bi girîngiya hevgirtina pêkhateyên herêmê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker kirin û gotin ku yekitî û hevgirtina pêkhateyan hêzê diafirîne û bi hêzê serkeftin misoger dibe.

'Hevgirtina pêkhateyan hêzê diafirîne û bi hêzê serkeftin misoger dibe'
11 ÇILE, 2021   07:12
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Biratiya gelan hêmanê sereke yê avakirina projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dijminên vê projeyê, di serî de dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne û vê projeyê têk bibe.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast dikin ku dewleta Tirk dê nikaribe fitneyan di navbera wan de derxîne û bi yekitiya xwe dê êrişên wê bibersivînin.

Ji pêkhateyê Suryan, Fadî Ezaf ê ji bajarê Qamişlo îşaret bi girîngiya yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên wê yên derxistina fitneyê di navbera gelên herêmê de  kir û got: "Divê em bibin yek da ku mafên xwe bi dest bixin û karibin bersiva êrişên Tirkiyê bidin, ji ber ku dewleta Tirk tevahî pêkhateyên herêmê dike hedef."

Li aliyekî din jî şêniya bi navê Kamîlya Mihemed jî axivî û diyar kir  ku bi yekitiya pêkhateyan  ew ê xaka xwe ji dijminan biparêzin û ev tişt got: "Bi yekitiyê hêz çêdibe û bi hêzê jî serkeftin pêk tê."

Kamîlya Mihemed di dawiya gotina xwe ev yek anî ziman: "Tirkiyê dê nikaribe biratiya gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, ji ber ku em hemû dest in û ruhek in."

Şêniyê bi navê Xeyredîn Gozê yê ji pêkhateya Ereb yê 60 salî anî ziman ku bi tîfaqa pêkhateyên li ser erdê dê karibin gelek destkeftiyan misoger bikin û got, têgeha yekitiyê ji rêxistinkirin, rêveberî û rêvebirina durist tê.

Xeyredîn Gozê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Bi yekitiyê berxwedan xurt dibe."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_ZOnxanzQGE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>