Dan û standinên bendava Nehdayê gihaştin rêyeke girtî

Dan û standinên di navbera Sûdan, Misir û Etiyopyayê de ya der barê bendava Nehdayê de gihaştin rêyeke girtî.

Dan û standinên bendava Nehdayê gihaştin rêyeke girtî
10 ÇILE, 2021   18:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Têkilî û Hevkariya Navneteweyî ya Afrîkayê Başûrê Guy Pandor mixabîniya xwe ji rêgirtina li pêş dan û standinan nîşan da û wiha got: "Dê mijarê ji serokê dewreya niha ya Yekitiya Afrîkayê Cyril Ramaphosa re rake, da ku tedbîra guncaw bigire."

Wezîrê Avê ya Sûdanê Yasir Ebas daxuyand ku welatê wî bi rêya civînê daxwaza guhartina metoda dan û standin, rêbaza wê û berfirehkirina rola pisporan kiriye. Da ku dan û standin hêsan bibin û nakokî werin çareserkirin.

Ebas wiha domand: "Em nikarin di xeleka vala ya ji dan û standinan temam bikin. Li gel wê jî bendava Nehda gefên yeker li depoyên Rosêrs dixwin."

Ebas destnîşan kir ku "Sûdan der barê xîtaba wezîrê avê ya Etiyopyayê ya ji  bo Yekitiya Afrîkayê, Misir û Sûdanê de, di 8’ê vê Çileyê de  prostestoyeke tund ji Etiyopya û Yekitiya Afrîkayê pêşkêş kir. Tê de piştrast kir ku welatê wî bi israr e ku dagirtina avê di sala duyemîn de bi hejmara 13,5 milyar metrekab pêk bê, bêyî ku lihevkirin pêk were yan na."

(fr)