Ji bo şehîdê YPG'ê Ebû Şêro merasîmeke hate lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê ji bo şervanê YPG'ê Mihemed El-Beşar (Elo Ebû Şêro) yê ku sala 2016'an dema bersivdayîna êriştên çeteyên li ser Efrînê şehîd bûbû, merasîmek li dar xist.

Ji bo şehîdê YPG'ê Ebû Şêro merasîmeke hate lidarxistin
Ji bo şehîdê YPG'ê Ebû Şêro merasîmeke hate lidarxistin
Ji bo şehîdê YPG'ê Ebû Şêro merasîmeke hate lidarxistin
Ji bo şehîdê YPG'ê Ebû Şêro merasîmeke hate lidarxistin
10 ÇILE, 2021   15:11
ŞEHBA

Merasîm li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêma Efrînê beşdarî merasîmê bûn. Qada merasîmê bi wêneyên şehîd, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê Mihemed Welo axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Ev şehîd şehîdên welat in, di oxira parastina welat û doza xwe de canê xwe kirin feda.

Li ser navê rêveberiya Meclisa Kantona Şehbayê, Wefa El-Hisên şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Van şehîdan li hemberî zilm, zorê û terorê serî rakirin û di pêvajoya şoreşê de gelê xwe parastin."

Piştre sekretêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Ehmed Erec got: "Silav li giyanê şehîdan ê pak, şehîd namirin, di nav me de dijîn. Şehîdan, DAIŞ li Endan û Keştear şikandin, ew in fedayî û lehengên ku di oxira azadiyê de canê xwe da."

Piştî axaftinan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Remo nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Merasîm bi diruşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/W4vZ3IqRz8E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>