Gel qatilê hevjîn û zarokê xwe darizand

Li Kobanê, keskê ku par hevjîn û zarokê xwe qetil kiribû ji aliyê gel ve hate darizandin û cezayê muebet lê hate birîn.

Gel qatilê hevjîn û zarokê xwe darizand
Gel qatilê hevjîn û zarokê xwe darizand
Gel qatilê hevjîn û zarokê xwe darizand
7 ÇILE, 2021   16:18
KOBANÊ

Rûniştina darizandinê, bi hevkariya Desteya Adaletê ya herêma Firatê û Desteya Serdozgeriya Giştî li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya hate lidarxistin. bi sedan şêniyên Kobanê, di nav de 57 endamên saziyên sivîl  beşdarî rûniştinê bûn.

Kesê bi navê Basim Hisên Ebdo Ebas di 22`yê Sibata 2020`an de hevsera xwe Huda Ehmed a 30 salî û kurê xwe yê 7 salî qetil kir. Basim Ebdo li daristaneke Kobanê hevser û zaroka xwe bi kevir kuştin.

Ebdo ji Kobanê ye lê hevsera wî Huda Ehmed ji navçeya Şedadê ya girêdayî Hesekê ye.

Piştî deqeya rêzgiritinê, girteka dozê ji aliyê her du wekîlan û tawanbar ve hatin xwendin û her yekî ji aliyê xwe ve sedema sûcdariyê nirxand.

Piştî her du aliyan îfadeya xwe dan û li axaftina tawanbar hate guhdarkirin. Bi erêkirina piraniya beşdaran cezayê girtinê muebet û 30 milyon lîresyên Sûrî li sûcdar hate birîn.

(eh)

ANHA