Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê di roja 5'an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya 30 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê di roja 5'an de berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê di roja 5'an de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê di roja 5'an de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê di roja 5'an de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê di roja 5'an de ye
7 ÇILE, 2021   16:28
KOBANÊ

Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Kobanê ya ji bo xwedîderketina li berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk de bi diruşmeya "Dem dema azadiyê ye..Ji rêber Apo re azadî" di roja 5'emîn de didome.

Konê çalakiyê ku li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê de hatiye vedan, bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, têkoşer Leyla Guven û pankartên silavkirina berxwedana girtiyan hatiye xemildandin.

Ji saetên sibehê ve, endamên Hêzên Parastina Civakî, Komîteya Lihevanînê, Komîteya Dadê û şênî ji navçeya Sirînê, endamên TEV-DEM'ê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê çalakiya kon dewr girtin.

/ar/uploads/files/2021/01/07/152556_mstfa-mslm.webp

Hevserokê Meclisa Şaredariya Sirînê Mistefa Muslim axivî, got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek e, ferq û cudahî di navbera Kurd û Ereb de nine. Em hemû piştgiriya pêngava greva birçîbûnê dikin heya tecrîda li ser rêbertî bi dawî bibe."

/ar/uploads/files/2021/01/07/152910_bkr-jradh.webp

Piştre, endamê Meclisa Dadê ya herêma Firatê, Bekir Cerada jî axivî û got: "Rejîma Tirk hîna fikirê Osmanî yê Kevin diparêze. Ev yek di siyasetên wê yên faşîst de diyar dibe."

Bekir Cerade bang li gelê Kurd kir ku berxwedana xwe ya li hemberî faşîzma dewleta Tirk berdewam bikin.

ANHA