Cenazayên 4 cangoriyên azadiyê li Reqayê hatin veşartin

Bi merasîmeke girseyî cenazeyên 4 şehîdan li goristana Şehîd Sêvdar a bajarokê Cidêdat a Reqayê hatin veşartin.

Cenazayên 4 cangoriyên azadiyê li Reqayê hatin veşartin
Cenazayên 4 cangoriyên azadiyê li Reqayê hatin veşartin
Cenazayên 4 cangoriyên azadiyê li Reqayê hatin veşartin
Cenazayên 4 cangoriyên azadiyê li Reqayê hatin veşartin
Cenazayên 4 cangoriyên azadiyê li Reqayê hatin veşartin
7 ÇILE, 2021   16:04
REQA

 Bi sedan şêniyên bajar û gudewarên Reqayê cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El-Eyan û Hemûd Şihab û şervanê QSD`ê Ebû Reşîd û Ebdulrehman Meter ên ku dema erka xwe bi cih danîn li gundê Hemrat ê rojhilatê Reqayê şehîd bûn, li goristana Şehîd Sêvdar spartin axê.

Şênî bi pêşentiya Partiya Pêşeroja Sûriyê ji pêşiya Şaredariya Cidêdat ber bi goristana Sêvdar a bajarok ve meşiyan da ku beşdarî merasîmê bibin. Di meşê de alên Partiya Pêşeroja Sûriyê, Hêzên Ewlekraiya Hundirîn û pankartin "Têkbirina hêzên Tirkiyê û avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî" hatin vekirin. Her wiha diruşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

/ar/uploads/files/2021/01/07/143511_zlykhh-abdy.webp

/ar/uploads/files/2021/01/07/143618_ayfan-khlyl_1.webp

Li goristana Şehîdan li ser giyanê şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Piştre li ser navê Partiya Pêşeroja Sûriyê endama partiyê Zuleyxa Ebdî û li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hevserokê Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê Îvan Xelîl axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hatin xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Her wiha rola şervanên QSD ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina herêmên ji xeteriyan hate destnîşankirin.

Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de her 4 şehîd li goristana Şehîd Sêvdar hatin veşartin.

(eh)

ANHA