Hêzên Dîfa Wetanî li bajarê Qamişlo ciwanek birîndar kir

Endamên Dîfa Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li bajarê Qamişloyê ciwanek birîndar kir.

Hêzên Dîfa Wetanî li bajarê Qamişlo ciwanek birîndar kir
7 ÇILE, 2021   14:13
QAMIŞLO

Endamên Dîfa Wetenî yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê li taxa Helko ya bajarê Qamişloyê gule li ciwanê bi navê Basil Xidir Elî yê 27 reşand. Di encamê de di lingê xwe yê çepê de birîndar bû.

Hêzên Aasyîşê, Basil Elî yê ji navçeya Til Hemîsê rakirin nexweşxaneyê Ferman, li gorî xebatkarên tenduristiyê rewşa wî baş e.

Ev çend rojên li bajarê Qamişloyê aloziya ewlehiyê di navbera hêzên hikukmeta Şamê û Hêzên Asayîşê de heye. Ev alozî piştî hemleyên girtina ciwanana ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve derket.

ANHA